17:57 13 Kanûn 2017
Zindî
    Sergey Rudskoy

    Rudskoy: Me dawiya operasyona DAIŞê bi awayekî nebînayî pêkanî

    © AP Photo/ Alexander Zemlianichenko
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dezgeya Bingehîn a Harekatê ya Sererkaniya Rûsyayê Orgeneral Sergey Rudskoy, ragihand ku di dawiya operasyona li hemberî DAIŞê gelekî zêde balafirên Rûsyayê beşdarî operasyonê bûne û ev rewş nebînayî ye.

    Rudskoy destnîşan kir ku: "Di operasyona dawî ya li hember DAIŞê de ji aliyê derfêtên leşkerî û çarçoveyê ve hejmareke ku heya niha nehatiye dîtin ya balafirên Hêzên Hewayî- Fezayî yên Rûsyayê beşdarî kirin. Ji bo piştgiriya yekîneyên şerker her roj ji sedî zêdetir sortî û zêdeyî 250î moşek û bombe hatin avêtin."

    Rudskoy diyar kir ku di operasyonê de balafirên menzîl dirêj jî hatine bikaranîn û da zanîn ku balafirên Rûsya, sengerên aîdê milîtanan, cebilxane û depoyên çekan, wesayîten zirxî û wesayîtên çekên giran li wan bar kirî îmha kirine.

    ‘130 JÊ XWEKUJ 550 MILÎTAN HATIN KUŞTIN'

    Rudskoy derbarê operasyona li peravên rojavayê çemê Firatê jî agahî dan û gotinên xwe weha berdewam kirin: "Artêşa Sûriyê ku yekîneyên rûsî piştgiriya wê dikir, 130 jê xwekuj, 550 milîtan kuştin. 6 tank, 14 cîhad mobîl û 91 wesayîtên araziyê ji holê rakirin. Yekîneyên Sûriyê yên di jêr fermandariya General Suheyl de, li pervanên rojava yên çemê Firatê 11 kîlometreyan bi pêşve çûn û bajarokên El Hesret, El Katiya, El Musalaha û El Ramadî kontrol kirin.

     

    Bi heman mijarî:

    DAIŞ ji bo siberojê 3 welatan ji xwe re dike armanc
    Iraq: DAIŞ ji aliyê leşkerî ve qediya
    Fermandarê iraqî: DAIŞ li ber bidawîbûnê ye û ti bajar û navçe di destê wê de nemane
    Di navbera DAIŞ û Talîbanê de şerekî dijwar: 39 kuştî û gelek birîndar
    DAIŞ li bajêr hat dorpêçkirin
    DAIŞ herêma xwe diguherîne
    DAIŞ kete bajarekî Iraqê û hinek taxên wê bi dest xistin
    DAIŞ bi xwekujan êrişî YPGê dike: 31 kuştî
    Etîketan:
    îmhakirin, balafir, wesayît, Sergey Rudskoy, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de