08:28 13 Kanûn 2017
Zindî
    Quds

    Kremlînê derbarê Qudsê de daxuyanî da: Dê di nav civaka navdewletî de şikestinekê pêk bîne

    © REUTERS/ Baz Ratner
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 12

    Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov derbarê biryara Qudsê ya serokê Amerîkayê Trump de got ku ev biryar dê rewşa herêmê bi xetertir kir.

    Dmitriy Peskov pirsên rojnamegeran bersivandin û got ev biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump ya ku Qudsê weke paytexta Îsraîlê naskir çareseriyê nayîne herême, bervajî wê li herêmê rakêşî zêdetir kirin.

    Peskov, "Em ji rûdan û rakêşiyên piştî daxuyaniya Donald Trump yên li herêmê nîgeran in. Ev biryar dê tu tiştî li çareseriya Rojhilata Navîn zêde neke, berevajî wê dê di nava gel de dabeşiyê zêdetir bike."

    ‘DIVÊ EM LI RÊYÊN SIYASÎ Û DÎPLOMASIYÊ BIGERIN'

    Peskov di berdewamiya axaftina xwe de got, "Em dizanin ku herkes tevlî Trump nabe. Mijar li Ramallahê û li tevahiya Filîstînê têra rastî bertekên tund hat.Ji ber vê yeke em fikar in."

    Peskov da zanîn ku, "Her çiqasî pirsgirêk zehmettir bûbe jî divê em li rêyên siyasî û dîplomasiyê bigerin."

    Peskov diyar kir ku îro êvarkî Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi Serokomarê Trikiyeyê Recep Tayyip Erdogan re biaxive. "Mimara pêwendiya herdu serokan dê mijarê Qudsê û rûdanên dawî yên Rojhilata Navîn be."

    ‘DERBARÊ OPERASYONÊN LI SÛRIYEYÊ BIRYAR A PÛTÎN BI XWE YE'

    Peskov teqez kir ku operasyonên Rûsyayê yên li Sûriyeyê tenê bi fermana Sererkanê Artêşa Rûsyayê Vladimîr Pûtîn dikare were rawestandin.

    Peskov ji rojnamegeran re got, "Vê biryarê bi tene Pûtîn dikare werigre. Dema ku me biryarek wiha stend em dê we agahdar bikin."

    ‘DI HILBIJARTINAN DE NAMZEDÊN HERÎ BIHÊZ PÛTÎN E'

    Berdevkê Kremlînê li ser biryara namzedbûna Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji bo hilbijartinên sala bê de Peskov got, "Ji bilî Pûtîn elbet dê namzedine din jî hebin lê şensê Pûtîn zêdetir. Piştgiriya ku gel dide wî nade namzedên din."

    Peskov li ser pirsa ku Pûtîn dê bi partiyekê re bibe namzed an serbixwe bibe namzed de got di vê mijarê de na axivim û got dê Pûtîn biryara xwe bi xwe bide.

     

    Bi heman mijarî:

    Mogherînî derbarê Qudsê de got: Îhtîmal heye ku ev biryar me vegerîne demên tarîtir
    HDPê derbarê Qudsê de daxuyaniyek da
    Sedr bangî Erebistana Siûdî kir: Berê hevpeymana îslamî bide Qudsê
    Netenyahû: Hîn gelek welat dê balyozxaneyên xwe bibin Qudsê
    Faik Bulut: Trump ji bo yahudîkirina bajarê Qudsê dixebite
    Etîketan:
    Dmitriy Peskov, Quds, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de