17:33 18 Kanûn 2017
Zindî
    ABD Başkanı Donald Trump- Beytüllahim

    Senatorê rûsî: Trump agirê li herêmê gurtir kir

    © REUTERS/ Mussa Qawasma
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Senatorê rûsî Aleksey Pûşkov ragihand ku Serokê Dewleta Amerîka Donald Trump bi naskirina Qudsê wek paytexta Îsraîlê, agirê li herêmê gurtir kir.

    Serokê Komîsyona Polîtîkayên Enformasyona Konseya Federasyona Rûsyayê Aleksey Pûşkov biryara Trump ji bo Qudsê li ser hesaba xwe yê twittirê nirxand.

    ​Pûşkov, "Ji bilî Îsraîlê hemû cîhan ji biryara Trump ecêb man. Trump fitîla nû avêt nav agirê li herêmê. Ez bawerim ku ev ecêbmayî ne ya dawî be."

    Senatorê rûsî di peyama xwe yê din de jî got: "Biryara Qudsê û piştî soza ku zêdetir leşkerên amerîkî li Sûriyeyê nehilên, ez bawerim ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson û Nûnerê Taybet ê Ukraynayê yê Amerîkayê Kurt Volker ku li me şîreta hiqûqa navneteweyî dikin, dawî bînin."

    ​Trump doh biryarnameya ku Qudsê wek paytexta Îsraîlê nas bike, erê kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Serokkomarê Iraqê: Hewlêr amade ye diyalogê bike
    Rûsya: Qudsa Rojavayî paytextê Îsraîlê ye û ya rojhilatî ya Filistînê ye
    Welatekî ewropî 100 pisporên leşkerî dişîne Kurdistanê
    Sedr bangî Erebistana Siûdî kir: Berê hevpeymana îslamî bide Qudsê
    AFP: Îsraîl ji bo Şerîaya Rojava dest bi sewkiyata leşkerî kir
    Etîketan:
    agir, Aleksey Pûşkov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de