17:32 18 Kanûn 2017
Zindî
    Quds

    Rûsya: Qudsa Rojavayî paytextê Îsraîlê ye û ya rojhilatî ya Filistînê ye

    © REUTERS/ Ammar Awad
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Çavkaniyeke ji Wezareta Derve ya Rûsyayê îro pêncşemê ji Spûtnîkê ragihand ku welatê wî ji biryara serokê DYAyê Donald Trumpî nîgeran e û teqez kir welatî wî tenê Qusa Rojavayî wek paytextê Îsraîlê dinase û beşê Rojhilatî jî wek paytextê dewleta Filistînê ya siberojê dinase.

    Duh Serokê DYAyê Donald Trumpî Quds wek paytextê Îsraîlê nasîbû. Çavkaniyê got: "Em ji biryara amerîkî nîgeran in. Em Quda Rojhilatî wek paytextê Îsraîlê dinasin û ya rojavayî jî wek paytextê Filistînê dinasin. Di nerîna me de ev nerîn hevseng e. Di dawiyê de pêwîst e ku gotûbêjên filistînî û îsraîlî bigihêjin çareseriyeke li ser bingehê "du-dewletbûn"ê(Filistîn û Îsraîl) ku bikarin bi aştiyane li kêleka hev bijîn."

    Di berdewamiya axiftina xwe de çavkaniyê got: Rêbaza rûsî li vir ev e. Em piştgiriya hemû biryarên Encûmena Ewlekariyê, komeleya giştî û destpêşxeriya aştiyê ya erebî dikin."

    Herwiha got ku biryarên DYAyê yekalî ne û ti sûdê nagihînin bipêşdeketina gotûbêjên navbera herdû aliyan.

    Bi heman mijarî:

    ‘Kerkûk Quds û dilê Kurdistanê ye û dê her wilo bimîne'
    Piştî Amerîkayê 2 welatên din jî Quds wekî paytextê Îsraîlê nas kirin
    Welatekî Ewopayê jî Quds wekî paytextê Îsraîlê qebûl kir
    Netenyahû: Hîn gelek welat dê balyozxaneyên xwe bibin Qudsê
    Etîketan:
    Donald Trump, Quds, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de