03:39 14 Kanûn 2017
Zindî
    Triumf S-400 anti air missile systems

    Rûsya: Biryara sewqiyata S-400ê dê piştî zelalbûna krediyê were dan

    © Sputnik/ Alexei Danichev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê şirketa parastinê ya Rûsyayê Rostech Sergey Çemezov got, biryara sewqiyata pergalên parastiyê yên S-400ê dê piştî zelalbûna mijara krediyê were dayîn.

    Çemezovî li ser pirsyara rojnamegeran derbarê sewqiyata S-400ê de got, "mihtemelen erê. Niha civîn ji bo krediyan tên kirin û çawa ev babet bê çareserkirin…Wezareta Maliyeyê ya Rûsyayê û Wezareta Maliyeyê ya Tirkiyeyê di vê mijarê de diaxivin."

    Rayedarê rûs teqez kir ku piştî çareserkirina pirsa krediyê, her tişt dê amade bibe.

    Ji aliyê din ve, Çemezov destnîşan kir Tirkiyeyê mijara herêmîkirina hilberîna S-400ê aniye rojevê û wiha dewam kir: Helbet Tirkiye herêmîkirinê tîne rojevê. Lê bê binesazî hûn nikarin ti tiştî hilberînin. Ev ne rasteqîn e. Dibistanek lazim e. Bêyî dibsitaneke guncav, berhemeke teknolojiyê yê bipêşdeketî nayê hilberandin. Tirk vî tiştî baş fêm dikin. Em dikarin begleyan bidin wan lê ji wir ti encamê bi dest naxin."

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Pergala Moşekên Parastinê ya S-400ê ji Sûriyayê re ewlehî anî
    Artêşa Rûsyayê perwerdehiya S-400ê dike
    Rûsya piştî S-400ê pergala Pantsîr-Sê li Kirimê bicih kir
    Rûsya moşekên S-400ê difroşe Hindistanê
    Etîketan:
    S-400, Sergey Çemezov, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de