17:29 18 Kanûn 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn

    Pûtîn: Em Lîstîkên Olîmpiyadên Zivistanî qetîyen boykot nakin

    © Foto: Rusya Devlet Başkanlığı Basın ve Bilgi Ofisi
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn piştî ku Komîteya Olîmpiyadê ya Navneteweyî, Rûsya ji Lîstikên Olîmpiyadên Zivistanî yên 2018an yên li Pyeongchangê men kir û tenê destûr da ku werzîşkarên rûsî serbixwe beşdarî lîstîkan bibin, li hember bangên boykotê ku hinek rayedarên welêt xwestibûn got, teqez emê gaveke wisa neavêjin.

    Pûtîn li kargeha otomobîlan a GAZê ya li Nijniy Novgorod biryara Komîteya Olîmpiyadê ya Navneteweyî (IOC) wekî biryareke ‘siyasî' nirxand û got: ‘Hemû tiştên bûne wek ku hatine honandin."

    Putîn li gel banga boykotê ya ji aliyê hin parlamenteran ve jî diyar kir ku ew dê tiştekî wisa nekin û ew dê biryarê bi hêviya werzîşkaran ve berdin ku serbixwe beşda bibin an beşdar nebin.

    Pûtîn destnîşan kir ku: "Teqez em ê boykot nekin. Em ê werzîşkarên xwe yen ku dixwazin serbixwe beşdar bibin asteng nekin."

    ‘TAWANBAR KIRIN LI SER ÎDÎAYA NE'

    Putîn îdîayên ku bernameya dopîngê ya bi destê dewletê heye red kir û balkêşand ser daxuyaniyên Serokê Laboratûara Têkoşîna Dij Dopîngê ya Moskowê ku IOCê ev biryar li ser wan daye û weha got: Di biryarê de îfadeyên kesekî ku nêzîktêdayînên wî yên exlaqî û rewşa wî ya psîkolojîk ne diyare wekî bingeh hatine dîtin. Gelekên tawanbarkirinan nehatine îspat kirin û îdîayên bê esas in."

    Pûtîn bang kir ku kesên qaîdeyên dopîngê binpê dikin werin ceza kirin û aşkere kir ku dê Rûsya li ser qedexeya IOCê dê di rojên pêş me de biryara xwe bide.

    Cîgirê Serokê Komîteya Bergirî û Ewlehiyê yê Konseya Fedrasyona Rûsyayê Frants Klîntsevîç û Cîgirê Berdevkê Dûmayê Îgor Lebedev parastibûn ku divê lîstik werin boykot kirin.

    Rodçenkovê ku di sala 2016an de bazdabû Amerîkayê û li wê derê di jêr sîwana bernameya parastina şahidan de dijî, piştî bi şeşe mehan roportajek bi rojanmeya New York Times re kiribû û gotibû li Rûsyayê bernameya dopîngê ya bi destê dewletê heye.

    Pûtîn doh li kargeha otombolîn a GAZê bi karkeran hatibû gel hevû ragihandibû ku dê di hilbijartinên serokatiyê yên 2018an de dê bibe endam.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: Herdû rexên Firatê ji DAIŞê hatin paqijkirin
    Pûtîn namzediya xwe ya ji bo serokatiyê ragihand
    Pûtîn gîtar diyariyî xwendekara dibistana muzîkê kir
    Pûtîn bi telefonê bi Ebas re axivî
    Pûtîn: Hema hema tevahiya Sûriyê ji terorîstan hatiye rizgarkirin
    Pûtîn biryara xwe da, tu bandora Flynnê tune ye
    Etîketan:
    serbixwe, werzîş, boykot, Vladîmîr Pûtin, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de