05:21 11 Kanûn 2017
Zindî
    Spûtnîk 2

    Danezana ‘sîxurên biyanî' dane şirketa partnera Spûtnîkê ya li Amerîkayê

    © Sputnik/ Samuel Sapatchian
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Dadê ya Amerîkayê, nivîsek ji parêzerên şirketa Multicultural Radio Broadcasting Inc. (MRBI) ku bernameyên Spûtnîkê li ser frekansa AMê diweşîne şand, MRBI ji bo qeydiya ‘sîxurên biyanî' hat hişyarkirin û ji bo vê ji şirketê agahiyên berfireh xwest.

    Wezareta Dadê ya Amerîkayê di nameya xwe de ragihand ku bernameya radyo ya Spûtnîkê ku li Washîngtonê li radyoyê îstasyona WZHF 1390 AMê weşanê dike, herwiha di malpera înternet a radyoyê de bi ser navê ‘Em hemû Radyoyê Spûtnîkê guhdar dikin: Rûsî îstasyona 1390 AMê ya Washîgtonê bi dest dixin' gotarek weşandine.

    Nameya ku bi îmzeya Serokê Departmana FARA ku karê qeydiyên ‘sîxurên biyanî' dimeşîne Heather Hunt hatiye şandin de daxwaz tê kirin ku ‘divê ev rewşa navborî bal were girtin û şirketa MRBI di çarçoveya qanûna ‘sîxurên biyanî' (FARA) de qeydiya xwe nû bike.'

    Wezaretê di nameya xwe de bibîranî ku şirketa Reston Translator ku di banda FMê de weşanê dike berê di çarçoveya ‘sîxurên biyanî' de hatiye qeydkirin.

    Herwiha wezareta amerîkî ji şirketa MRBIyê xwest ku di nava 30 rojî de belgeyên milkî yên şirketê, fealiyetên wê, xizmetên Spûtnîkê yên ji bo şirketên biyanî, eger hebe qopyaya peymanên radyoya Spûtnîkê bi şirketên biyanî re pêşkêş bikin. Wezaretê xwest ji bo curê bername, naveroka bernameyan, kontrola edîtoran û di warê fînansmanî de pirsên wan werin bersivandin.

    MRBI, li Amerîkayê bernameya radyoya Spûtnîkê diweşîne û bû şirketa duyemîn ku xistin nava qanûna sîxurên biyanî. Ji aliyê din ve Spûtnîka ku li seranserê dinyayê bi gelek şirketan re dixebite li Amerîkayê wekî ‘sîxurên biyanî' nehatiye qeydkirin. Ji Wezareta Darayî ya Amerîkayê daxwazeke wiha nehatiye kirin.

    Bi heman mijarî:

    Pûtînî soza da ku bi heman awayî bersiva fişarên li Spûtnîk û RTyê bide
    Spûtnîk Kurdistanê xelat wergirt
    Kislyak bersiv da helwesta Amerîkayê ya bo Spûtnîk û RTyê
    ‘Çavtirsandina bi Spûtnîk û Russia Todayê bûye heneka ber devê wan’
    Spûtnîk lîsteya wesayîtên DAIŞê belav dike
    Etîketan:
    Ajansa Spûtnîkê, Wezareta Dadê ya Amerîkayê, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de