15:31 18 Kanûn 2017
Zindî
    Pûtîn

    Pûtîn: Tesbîta IOCê ya ku dibêje li Rûsyayê pergaleke dopîngê tune ye girîng e

    © REUTERS/ Yuri Kadobnov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn biryara Komîteya Olîmpiyadê ya Navnetewî nirxand û got, Girîng e ku IOCê tesbît kiriye ku li Rûsyayê pergaleke dopîngê ku dewlet piştgiriyê wê dike tune ye.

    Serokê rûsî li Febrîqeya Gazê ya li Nijniy Novgorodê axivî û got, "Di biryarê de hatiye destnîşankirin ku pergaleke dopîngê ya ku dewlet piştgiriya wê dike tune ye. Ev tesbîtek girîng e."

    IOCê doh tevlîbûna Rûsyayê bo Olîmpiyadên Çilê yên Pyeongchan 2018an men kiribû.

    ‘ÇIMA BI ALAYA RÛSYAYÊ TÊKOŞÎN NAYÊ KIRIN?'

    Pûtîn amaje pê kir ku pirsa ‘ger ku pergaleke dopîngê tuney çima atletên rûsî bi alaya Rûsayê tevlî pêşbirkan nabin' tê kirin û wiha pê de çû, "Naxwa sûcdaran siza bikin. Belê, eger pergaleke dopîngê ya ku bi piştgiriya dewletê tune ye, çima bi alaya Rûsyayê têkoşîn nayê kirin?"

    Bi heman mijarî:

    Ji bo cezayên dopîngê yên bo Rûsyayê ‘şibandina komkujiyê’
    Pûtîn: Ticarî programeke Rûsyayê ya piştgiriya dopîngê çênebûye
    Cezayê dopîngê yên 4 sporvanên rûsî hat rakirin
    Ewropî û amerîkî derbarê 'destûra dopîngê de' çi difikirin?
    Pûtîn ‘qanûna dopîngê' erê kir
    Etîketan:
    dopîng, Komîteya Olîmpiyad a Navneteweyî (IOC), IOC, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de