15:06 22 Çile 2018
Zindî
    Quds

    Kremlînê derbarê Qudsê de daxuyanî da

    © AFP 2018/ THOMAS COEX
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov diyar kir ku eger birêveberiya Amerîkayê Qudsê wek paytexta Îsraîlê ragihîne dibe rewşa xirab li herêmê hîn xirabtir bibe.

    Polêsen Îsraîl
    © Foto: AFP 2015/ JAAFAR ASHTIYEH
    Peskov bersiva pirsên rojnamegeran da û diyar kir ku, "Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokê Filistînê Mahmûd Abbas li ser vê mijarê di hevdîtina xwe yê bi rêya telefonê de axivîne û bi fikar in ku rewşa xirab ya li herêmê hîn xirabtir bibe."

    Herwiha Peskov destnîşan kir ku ji bo şîroveya derbarê biryareke nefermî de hêj zû ye.

    Rayedarên Qesra Spî daxuyandibûn ku Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump, dê Qudsê wek paytexta Îsraîlê nas bike û ferman bide ku Balyozxaneya Amerîkayê ya li Tel Avîv ji bo Qudsê bê veguheztin.

    Berdevka Qesra Spî Sarah Sanders jî eşkere kiribû ku Trump biryara veguhestina Balyozxaneya Amerîkayê li Tel Avîvê bo Qudsê dê îro bide.

    Bi heman mijarî:

    Li Qudsê bûyer derket: 3 kes hatin kuştin
    Li Qudsê şerê çekdarî: 3 kuştî û 5 birîndar
    Trump li Qudsê çû ber dîwarê pîroz
    Îsraîlê li rojhilatê Qudsê destûra çêkirina 10 hezar avahî da
    Etîketan:
    Kremlîn, Dmîtriy Peskov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de