12:41 22 Çile 2018
Zindî
    Alên Rûsya û Amerîkayê

    ‘Karsazên amerîkî naxwazin terka Rûsyayê bikin'

    © AFP 2018/ Mladen ANTONOV
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Balyozê Rûsyayê yê li Washîngtonê Anatoliy Antonov di axaftina xwe de ragihand ku nûnerên karsazên amerîkî naxwazin terka Rûsyayê bikin.

    Balyozê Rûsyayê yê li Washîngtonê Anatoliy Antonov li Kalîforniyayê di axaftina xwe ya çapemenî de got: "Hemû karsazên amerîkî ku em hev dibînin, naxwazin terka Rûsyayê bikin. Ji aliye karsaz û dîplomatan ve pirsgirêka sereke ya Amerîkayê rêvebirên wê ne pêşbîn in. "

    ‘EM Ê VÊ MEHÊ BI KONSOLOSÊN RÛSÎ RE HEVDÎTİNEKÊ BIKIN'

    Anatoliy Antonov di berdewamiya axaftina xwe ya rojnameya Fort Ross a Kalîfornayê de got: "ji bo em pirsgirêkên heyî yên piştî girtina Konsolxaneya San Franciscoyê biaxivin û wezîfeya nû parve bikin, di nava vê mehê de em ê bi konsolosan re hevdîtinekê pêk bînin."

    Antonov di dirêjiya axaftina xwe de got: "Li gorî plana me ji bo axaftina hinek pirsgirêkan em dixwazin meha berfenbarê bi konsolosan re hevdîtinekê li dar bixin. Di civînê de jî zêdetir ji bo çareseriya prisgirêkên rûsî ku li Amerîkayê dijîn û rastî astengiyeke çawa tên dê were nirxandin."

    Bi heman mijarî:

    Antonov serdana milkên dîplomatîk ên rûsî ku Amerîkayê dest danîtibû ser kir
    Antonov: Em ê li Sûriyê li hember terorê têkoşîna xwe berdewam bikin
    Rûsya: Ti pêwîstî bi baregeha Amerîkayê ya li Tanfê nîne
    Peskov: Mueyideyên Amerîka, li hember hilbijartinên serokatiya Rûsya ne
    Wezîre Berevaniyê yê Rûsya: Li hember terorê em piştgiriyeke tam didin Misrê
    Etîketan:
    Balyozê Rûsyayê yê li Washîngtonê, Anatoliy Antonov, amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de