13:38 18 Kanûn 2017
Zindî
    Rûsya - Moskow - Zanîngeh

    10 zanîngehên Rûsyayê ketin nav lîsteya 50 zanîngehên sereke yên BRICSê

    © Sputnik/ Yuri Artamonov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di nav lîsteya 50 zanîngehên welatên BRICSê yên sala 2018an de, 10 zanîngehên Rûsyayê cî standin.

    Li gor ragihandina ajansa Quacquarelli Symonds sazkarên BRICSê ev encam wekî rêza herî baş a di dîroka Rûsyayê de nirxandin.

    Di lîsteya ajansa Quacquarelli Symonds a Brîtanî ku li gor krîterên cuda yên akademîk rêza zanîngehan diyar dike de, îsal 300 zanîngehên BRICS (Brezîlya, Rûsya, Çîn, Afrîkaya Başûr) cî girtin.

    Zanîngeha Lomonosov a Moskowê ya Dewletê di lîsteyê de di rêza 5an de cî girt û zanîngehên; Novosibirsk a Dewletê (11), Saint Petersburg a Dewletê (13), Tomsk a Dewletê (26), Enstîtuya Fizîk û Teknolojiyê ya Moskowê (28), Zanîngeha Bauman Moskow a Dewletê (33), Zanîngeha Lêkolînên Netewî yên Nukleerî (35) û Enstîtuya Dîplomasî ya Moskowê (40) di nav lîsteya 50yan de cî girtin.

    Herwiha îsal cara yekemîn Zankoya Aboriyê ya Moskowê ji rêza 62yan derket rêza 39an û Zanîngeha Tomsk a Polîteknîk jî cara yek di ket nav lîsteya 50yan.

    Bi heman mijarî:

    Raportora NYyê: Milîşeyên şîe û hêzên Iraqê ‘tawanên şer’ kirine
    Stadyuma Fiştê ji bo Kupaya Cîhanê ya FIFA 2018an amade ye
    Şêwirmenda Esad: Em amade ne bi kesên baweriya wan bi çareseriya siyasî heye re rûnin
    ‘Di demeke nêzîk de danûstandin bi Bexdayê re dest pê dike’
    Serdozgeriyê bersiv da serlêdana parêzerên Ocalan
    Doz li Barzanî, Talabanî û Kerîm hat vekirin
    Balafirên bombebarana stratejîk yên rûsî baregehên DAIŞê yên Dêrezorê bombebaran kirin
    Etîketan:
    Rûsya, Moskow, Zanîngeh, Zanîngeh, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de