19:04 25 Nîsan 2018
    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî

    Slutskiy: Rûsya, Tirkiye û Îranê li dijî terorê koalîsyoneke têkoşîn a rastîn ava kir

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Komîteya Peywendiyên Navdewletî yê Dûmayê Leonid Slustkiy got, piştî civîna sêalî ya ku duhî di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de hat lidarxistin, dikare were fikirîn ku her sê welatan li dijî terorê koalîsyoneke têkoşînê ya rastîn ava kiriye.

    Slutskiy li ser lûtkeya sêalî ya di navbera Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Serokomarê Tirk Recep Tayip Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî de hat birêvebirin got, "Lûtkeyê nişan da ku Rûsya, Tirkiye û Îran di çarçoveya aramî û serxwebûna welatê Sûriyeyê de bi heman awayî nêzikî birêveberiya herêmên kêmkirina aloziyan dibin. Dikare were fikirîn ku her sê welatan li dijî terorê koalîsyoneke têkoşînê ya rastîn ava kiriye."

    Slutskiy derbirî ku li Sûriyeyê ji bo serfiraziyeke teqez li dijî rêxistinên terorê hevkariya van welatan jî wê berdewam bikin.

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî duhî li bajarê Soçî yê Rûsyayê li hev kom bûbûn. Aliyan ji bo pêvajoya di warê kêmkirina aloziya li Sûriyeyê de û berdewamkirina hevkariya têkoşînê ya li dijî terorê de bangewazî kirin.

    Bi heman mijarî:

    "Amerîka dê li Sûriyeyê bimîne û dê herêmeke cuda ava bike"
    Peskov: Rûsya îtîrazên Tirkiyeyê yên Diyaloga Konseya Sûriyeyê dizane
    Dijberiya Sûriyeyê derbarê civîna Pûtîn Erdogan û Rûhanî de daxuyanî da
    ‘Artêşa Rûsyayê çekên elektromanyetîk li Sûriyeyê bikar anî'
    De Mistura: Ez ê li gel Lavrov û Şoygû Cenev û Konferansa Sûriyeyê gotûbêj bikim
    Şandeya Rûsyayê di vekirina konferansa opozîsyona Sûriyeyê de beşdarî kir
    Etîketan:
    koalîsyona têkoşînê, Serokê Komîteya Peywendiyên Navdewletî yê Dumayê, Vladimîr Pûtîn, Recep Tayip Erdogan, Leonid Slutskiy, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de