13:45 18 Kanûn 2017
Zindî
    HSD

    Peskov: Rûsya îtîrazên Tirkiyeyê yên Diyaloga Konseya Sûriyeyê dizane

    © AFP 2017/ Hüseyin Kılıç
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Ofîsa Çapemenî yê Kremlînê Dmitriy Peskov di axaftina xwe de ragihand ku Rûsya îtîrazên Tirkiyeyê yên Diyaloga Konseya Sûriyeyê dizane.

    Berdevkê Ofîsa Çapemenî yê Kremlînê Dmitriy Peskov di axaftina xwe de got: "Haya Rûsyayê ji îtîrazên Tirkiyeyê yên derheqê hinek hêzên ku wê tevlî Kongreya Diyalog a Neteweyî ya Sûriyeyê bibin heye. Ev nayê vê wateyê ku wê di vî warî de xebat neyên kirin."

    Dmitriy Peskov di civîna çapemenî ya îro de bersiva pirsên zîrweya Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ya ji bo Kongreya Diyalog a Neteweyî ya Sûriyeyê da.

    ‘PISPOR WÊ LI SER LÎSTEYÊ BIXEBITIN'

    Peskov ji bo pirsa îtîrazên Tirkiyeyê got: "Haya me ji îtîrazên Tirkiyeyê ku hinek hêzan ji bo ewlehiya xwe ya neteweyî wekî tehdîd dibînin heye. Lê ev nayê vê watê ku wê di varî de xebat neyên kirin."

    Berdevkê Kremlînê di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji bo lîsteya terefên ku wê tevlî kongreyê bibin pispor dê xebateke berfireh bikin. Piştî ku temamkirina lîsteyê qediya wê civîn li Soçiyê were lidarxistin."

    Dmitriy Peskov di dirêjiya axaftina xwe de got: "Eger we metnê hevpar ê daxuyaniyê xwendibe di wir de ji bo civîn di demeke nêz de were lidarxistin konsensuseke bi biryar heye."

    Bi heman mijarî:

    Peskov: Di lutkeyê de beşdariya Kurdan a Kongreya Dîyaloga Niştîmanîya Sûriyê hat axaftin
    Peskov: Hevdîtina Pûtîn û Esad bingeha hevdîtina sêalî ya sibê bû
    Peskov: Ti hevkarî di navbera Rûsya û Amerîkayê de bo Koreya Bakur tine ne
    Peskov derbarê lêpirsîna rayedarên kampanyaya hilbijartinê ya Trump de axifî
    Ji Peskov daxuyaniya qedexeya RT û Spûtnîkê
    Etîketan:
    Berdevkê Ofîsa Çapemenî yê Kremlînê, Dmitriy Peskov, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de