22:34 17 Kanûn 2017
Zindî
    Lûtkeya Pûtîn, Rûhanî û Erdogan

    Di lutkeya Soçîyê de biryareke dîrokî: Dê li Sûriyê Kongreya Dîyaloga Niştîmanî bicive

    Rusya Devlet Başkanlığı basın servisi
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 02

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji bo lûtkeya Soçiyê bi hemkarê xwe yê Tirk Recep Tayip Erdogan û hemkarê xwe yê Îranî Hesen Rûhanî re civiya. Her sê serokan piştî lutkeyê ragihand ku dê li Sûriyê Kongreya Dîyaloga Niştîmanî were lidarxistin.

    Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi hemkarên xwe yên Tirk û Îranî Recep Tayyip Erdogan û Hesen Rûhanî re, li ser rojeva Sûriyê hat ba hev. Her sê serokan piştî civînê ragihandin ku dê Kongreya Dîyaloga Niştîmanî ya Sûriyê bê civandin.

    Civîna navbera Pûtîn, Erdogan û Rûhanî ya Senatoryum Rûsê ku li Soçiyê hat kirin de, bi qasî 2 saetan dom kir.

    Her sê serokan piştî civînê dane xuyakirin ku rewşa Sûriyê gihîştiye qonaxeke nû û dane xuyakirin ku dê Kongreya Diyaloga Niştîmanî were lidarxistin.

    Serokê Rûsî da zanîn ku dê li kongreyê destûra nû ya Sûriyê û hilbijartin werin ser masê û ragihand ku wan li ser beşdarbûna muxalefeta derve û hûndir a kongreyê li hev kiriye.

    Rûhanî jî got ku dê li Kongreya Diyaloga Niştîmanî ya Sûriyê hemû partî yekgirtî bibin û hêviya hilbijartinên bi ewle li Sûriyê kir.

    Serokomarê Tirkiyê Erdogan piştî civînê got, "Serkeftina vê hewildan^di serî de rejîm û muxalefet girêdayî helwesta hemû aliyan e."

    Erdogan li ser îhtimala beşdarbûna Kurdan di kongreyê de jî da xuyakirin, "Wekî Tirkiye beşdarbûna pêkhateyên terorîstî ku qesda ewlekariya milî ya welatê me dikin, dê ji bo me wek mijareke sereke ya berdewamî be.

    Ji aliyê din ve, lûtkeya sêalî, Pûtîn 20ê Mijdarê li gel Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esadî re civiyabû lê civîna heta roja paşê nehaibû eşkerekirin. Pûtîn di wan civînan de gotibû ku operasyonên leşkerî li Sûriyeyê ber bi dawî ve tên. Esad jî peyam dabû ku amade ye ji bo çareserî û aştiyê bi her kesî re bixebite.

    nameya nû
    • 19:21
      Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov

      Peskov: Di lutkeyê de beşdariya Kurdan a Kongreya Dîyaloga Niştîmanîya Sûriyê hat axaftin

      Berdevkê Kremlînê Dimîtriy Peskov ragihand, "Di li lutkeya serokan de beşdarbûna kurdan bo Kongreya Diyaloga Nistimaniya Sûriyeyê hatiye axaftin.'
      bêhtir bixwîne
    • 18:56

      ERDOGAN: DIVÊ HÊMANÊN TERORÎST LI DERVEYÎ PÊVAJOYÊ BIMÎNIN

      Piştî Rûhanî Erdogan axivî. Erdogan wiha got:

      Di şexsê dostê min ê hêja Pûtînî, ez spasiya hemû dostên me yên rûs dikim. Diyaloga me ya zêde çi di mijarên dualî de çi mijarên herêmî de dewam dikin. Em mêweyên vî tiştî di her qadê de berhev dikin. Nexasim em  wek Pûtînî difikirin ku divê were zêdekirin. Di civîna me ya li gel Rûhanî de jî, me li hev kir ku têkiliyên xwe hîn bêtir bi pêş de bixin.

       

      Îro bi dostê xwe yên hêja Pûtîn û Rûhanî re me hevdîtinên girîng pêk anîn. Ji bo ku li Sûriyeyê agirbest were tesîs kirin me gavên xwe di ber çav re derbas kirin. Wekû di biryarên KENYê de jî hatiye destnîşankirin bi pêşengiya gelên Sûriyeyê pêvajoyeke berfireh, azad û adîlane têkeve meriyetê me li hev kir. Li ser vî esasî di Kongreya Niştimanî ya Diyalogê de me biryar da ku bi hev re bixebitin. Daxuyaniya me ya îro ya hevpar gava ewil a vê hevkariyê ye. Di serî de xebata me girêdayî rejîm û opozîsyona wê ye.

      "ME LI HEV KIR"

      Me li ser prensîpên Kongreya Niştimaî ya Diyalogê ya Sûriyeyê me biryar da ku bi hev re bixebitin. Daxuyaniya me ya îro ya hevpar gava ewil a vê hevkariyê ye. Lê serkeftina vê hewldanê di serî girêdayî helwesta rejîm û opozîsyona wê  û aliyên dine. Ji bo me ya herî girîng ew e ku hêmanên terorist ên ku tehdîd in li ser me derveyî vê hewldanê bimînin.

      Li gorî biryara Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî a hejmar 2254, me li hev kir ku em alîkar bibin daku pêvajoyeke siyasî ya şefaf, adil, azad û berfireh bi rê ve biçe û ku gelê Sûriyeyê pêşengî û mazûvaniya wê bike. 

    • 18:51

      RÛHANÎ: DI CIVÎNA NIŞTIMANÎ YA SÛRIYEYÊ DE HEMÛ ALÎ DÊ BIBIN YEK

      Piştî Pûtînî Rûhanî wiha axivî:
      Berî her tiştî dixwazim spasiyê bikim. Ev civîn di demeke wiha de çêdibe ku xebatên hersê welatan, bingeh çêkir ku istiqrar û aştî li Sûriyeyê were pêkanîn. Divê tevahiya cîhanê bizane ku terorizm ji ti welatî nabe navgîn. Terorîzm ji hemû welatan re metirsî ye. Me hemû welatan ev dît. DAIŞ ji bo hemû welatan bû metirsî û mirovên bêtawan birin mertebeya şehadetê. Civîna îro gelekî zelal bû. Van her sê welatan fikirên xwe eşkere gotin. Di civîna ku dê were lidarxistin de, hemû partî  dê di vê kongreyê de bibin yek û dê siberoja Sûriyeyê gotûbêj bikin.

    • 18:44

      PÛTÎN: ME QONAXÊN CIDÎ TOMAR KIRIN

      Piştî civînê hersê serok civîneke çapemeniyê li dar xist û pêşî Pûtîn axivî û ev gotin:

      Hersê welatan di civînên Astanayê de qonaxên baş tomar kirin. Pêşî me gavên xwe diyar kirin. Pêşî biryar hat dayîn ku platformek ji komên di nava Sûriyeyê de were damezirandin daku li hev bicivin. Me li hev kir ku hemû beşên covaka Sûriyeyê bikarin beşdarî vê civînê bibin. Ew dê dabîn bike ku komên etnîkî û olî beşdar bibin û mijarên hevpar di vê civînê de werin gotûbêjkirin. Divê sûrî biryara çarenûsa Sûriyeyê bide. Çi dijberî çi rejîm, daxwazên herdûyan giring in. Em bi birêz Esadî re li ser wê axivîn ku qeyrana polîtîk bi metodên aştiyane were çareserkirin. Em spasiyê dikin ji bo van civînên erênî.

    • 18:44

      PÛTÎN: ME QONAXÊN CIDÎ TOMAR KIRIN

      Piştî civînê hersê serok civîneke çapemeniyê li dar xist û pêşî Pûtîn axivî û ev gotin:

    • 18:42

      Civîna bi dawî bû

      Civîna sêalî saet 18:40 bi dawî bû.

    • 17:23
      Recep Tayyip Erdogan û Hesen Rûhanî

      Hevdîtina Erdogan û Rûhanî dest pê kir

      Hevdîtina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li bajarê Soçiyê ya Rûsyayê dest pê kir.
      bêhtir bixwîne
    • 17:02

      DAXUYANIYÊN BERIYA HEVDÎTINA SÊALÎ: EM JI BO RÊKEFTINA SIYASÎ LI SÛRIYEYÊ GIHÎŞTINE QONAXEKE NÛ

      PÛTÎN: HEWLDANÊN RÛSYA, ÎRAN Û TIRKIYEYÊ PERÇEBÛNA SÛRIYEYÊ ASTENG KIR

      Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di destpêka hevdîtinê de daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de derbirî ku hewldanên Rûsya, Îran û Tirkiyeyê perçebûna Sûriyeyê asteng kir.Pûtîn ev tişt gotin, "Li Sûriyeyê ji bo rêkeftineke siyasî qonaxeke nû dest pê kir. Em ê li ser berdewamkirina pêvajoya siyasî danûstandinê bikin. Tê pêşbinîkirin ku di navbera Sûriyeyiyan de hevdîtinên etnîkî û mezhebî werin kirin."

      Pûtînî diyar kir ku operasyonên paqijkirina terorîstan li Sûriyeyê ber bi dawî ve tê û Sûriye bi saya xebata Rûsya, Îran û Tirkiyeyê ji perçebûnê xelas bû û êdî derfeteke rasteqîn heye ji bo ku qeyrana çend salan bi dawî bibe.

      Zirve
      Rusya Devlet Başkanlığı basın servisi

      "DIVÊ EM PROGRAMEKÊ AMADE BIKIN JI BO SÛRIYEYÊ JI NÛ VE AVA BIKIN"

      Pûtînî teqez kir ku dê encaman ji civînên Soçiyê  werin girtin û wiha pê de çû, "pêşniyar dikim ku programeke berfireh bê amadekirin ji bo jinûveavakirina Sûriyeyê. Ew rêkeftin dê yekîtiya axa Sûriyeyê xurttir bike."

      "DIVÊ EM ALÎKARIYÊ BIDIN KU PENABER VEGERIN SÛRIYEYÊ"

      Pûtîn diyar kir ku hêvî dike, Rûsya, Îran û Tirkiye çi ji destê wan were bikin ji bo destpêkirina pêvajoya çareseriyê û teqez kir ku aliyê mirovî, alîkariya gelî, paqijkirina herêman ji teqemeniyan û pêşkêşkirina alîkariyê ji bo vegera penaberan giring e.

      Pûtînî bal kişand ser wê yekê ku piştî agirbestê sûrî êdî vedigerin malên xwe.

      "DIVÊ HIKÛMETA SÛRIYEYÊ JÎ TAWÎZÊ BIDE

      Pûtînî got, divê gelê Sûriyeyê biryara siberoja Sûriyeyê bide. Serokê rûsî got: "Divê gelê Sûriyeyê biryara siberoja welatî bide. Helbet dê pêvajoyeke dijwar be û dê hinek rewş çêbibin ku divê Hikûmeta Sûriyeyê jî tawîzan bide.

      "EM BEHSA PARAMETERÊN KONGREYA DIYALOGA NIŞTIMANÎ YA SÛRIYEYÊ BIKIN"

      Serokê rûsî li hevkarên xwe pêşniyar kir ku li ser parameterên Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê biaxivin.

      ‘ME LI ASTANAYÊ CARA EWIL NÛNERÊN HIKÛMETÊ Û DIJBERIYÊ ANÎN CEM HEV’

      Ji aliyê din ve Pûtîn destnîşan kir ku Erdogan û Rûhanî roleke girîng di pêvajoya Astanayê de lîstiye.
      Serokê rûsî wiha pê de çû: “Me berî nêzî salek pêvajoya Astanayê da destpêkirin, me berpirsyarî ji bo diyalogên Cenevê di bin çevdêriya Neteweyên Yekbûyî de girt ser xwe. Me li Astanayê cara ewil nûnerên hikûmetê û dijberiya Sûriyeyê anî cem hev. Eger helwesta Erdogan û Rûhanî nebûya, pêvajoya Astanayê, agirbest û herêmên kêmkirina rageşiyan li Sûriyeyê nedibû.”

      "LI GORÎ BIRYARA KENYÊ, EM LÊ DIGERIN KU PÊVAJOYA SIYASÎ BILEZÎNIN"

      Pûtîn diyar kir ku Rûsya, Tirkiye û Îran li ser wê hindê axivîn bê çawa pêvajoya siyasî di çarçoveya biryara 2245an a Konseya Ewlekarıyê ya NYyê de bilezînin. Serokê rûsî teqez kir ku di biryara navborî de,pêşbîniya damezirandina diyalogeke berfireh dikin ku hemû etnîste û komên siyasî û olî tev lê bibin.

      Civina Putin,Erdogan u Ruhani
      © Sputnik/ Михаил Климентьев

      RÛHANÎ: GELÊ SÛRIYEYÊ BER BI SERKEFTINÊ VE PEŞDE DIÇE

      Rûhanî jî diyar kir ku kêşeya Sûriyeyê ji rojên destpêka ta niha ji aliyê hemû welatan ve ji nêz ve tê şopandin. Rûhanî herwisa derbirî ku bingeha DAIŞê têk biçe û anî ziman ku gelê Sûriyeyê ber bi serfiraziyê ve diçe. Rûhanî got, "ez ji hevkariya ji bo pêvajoya aştiyê kêfxweş im."

      Herwiha Rûhanî diyar kir ku bêyî destûra Şamê, ti sedem ji hebûna hêzên navdewletî li Sûriyeyê re tine. Tenê tenê eger Hikûmeta Sûriyeyê wan vexwendibe, ev rewş tê qebûlkirin.

      Президенты Турции и Ирана Реджеп Тайип Эрдоган и Хасан Рухани, фото из архива
      © REUTERS/ Kayhan Ozer

      ERDOGAN: DIVÊ TEVKARÎ LI ÇARESERIYA SIYASÎ WERE KIRIN

      Erdogan jî di axaftina xwe de ev tişt gotin:

      Ez spasiya dostê xwe yê hêja Pûtîn dikim. Em hefteya borî jî li Soçiyê li hev kom bûbûn. Derfeta me çêdibe ku em hemû mijaran di awayekî sêalî dinirxînin. Ev lûtkeya sêalî ji bo rawestandina xwîna ku li Sûriyeyê dirije gelekî girîng e. Cîhan bû şahid ku Tirkiye, Rûsya û Îran di warê mijara Sûriyeyê de navgîneke nêzîk ji bo xebatan ava dikin. Astana mînaka vê ya herî xweş e. Divê ji bo pêkanîna çareseriyeke siyasî ya ku gelê Sûriyeyê qebûl dike, tevkarî were kirin. Ez difikirim ku em ê îro biryarên krîtîk bistînin.

    • 17:04
      Bînalî Yildirim

      Binali Yildirim: Li zîrveya li Soçî dê biryareke giring were aşkere kirin

      Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim ragihand ku dê di zîrveya sê alî ya Rûsya, Tirkiye û Îranê de ku dê li Soçî birêvebiçe de biryareke giring were aşkere kirin.
      bêhtir bixwîne
    • 16:58

      HEVDÎTINÊ DEST PÊ KIR

      Lûtkeya sêalî ya Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Serokomarê Tirk Recep Tayip Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li bajarê Soçiyê li Sanatoryûm Rûsî, ku bi mijara Sûriyeyê tê lidarxistin, di saet 16.40î de dest pêkir.

    Bi heman mijarî:

    Profesorê tirk: Dibe Tirkiye YPGê qebûl bike
    Qedrî Cemîl: Platforma Moskowê dê beşdarî civînên Riyadê nebe
    Pûtîn berî zîrveya sê alî li ser meseleya Sûriyê bi Netanyahû, Sîsî û Qral Selman re axifî
    Herîrî: Piştî pêşniyara serok Ewnî, min istîfaya xwe rawestand
    NY: Divê teqez hevdîtinên navbera Hewlêr û Bexdayê werin destpêkirin
    Canikli: Her dera ku PKK, PYD, YPG lê yê armanca me ye
    ‘DAIŞ jin û zarokên Êzidî li Tirkiyeyê difroşe'
    Etîketan:
    Recep Tayip Erdogan, Valdimîr Pûtîn, Hesen Rûhanî, Sûriye, Iraq, Rûsya, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de