01:23 19 Kanûn 2017
Zindî
    Google

    Ji Rûsyayê pêşniyara astengkirina Googlê

    © AFP 2017/ PHILIPPE HUGUEN
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Serokê Komîteya Dumaya Dewletê ya Polîtîkayên Enformasyonê Andrey Svintsov, li ser plana Googlê ya astengkirina naverokên Spûtnîk û Russia Today (RT) bertek nîşan da û pêşniyara astengkirina Googlê li Rûsyayê kir.

    'DÊ KESÊN JI RÊZÊ NIKARIBIN XWE BIGIHÎNIN RÛPELÊN DEZGEHÊN RÛSÎ'

    Andrey Svintsov ji televizyona RTyê re plana astengkirina naverokên Spûtnîk û RTyê nirxand û got, "Encamên lêgerînê gelek bi hêsanî têne sazkirin. Xebatkarek dikare bi destan saz bike. Biryara astengkirina Sputnik û RTyê nîşan dide ku Googleyê rêbaza astengkirina dezgehên Rûsî dîtiye. Di encama vê de mirovên ji rêzê dê êdî nikaribin xwe bigihînin hin nivîsên malperên Rûsî."

    Svintsov ev yek wekî derbeyeke mezin şîrove kir û da zanîn ku dê rêjeyeke cidî ya serdanvanên rûpelên medya Rûsî kêm bibin.

    Parlamentarê Rûsî astengkirina malperên Rûsî li ser motorên lêgerînê wekî şerê enformasyonê pênase kir û got, ev bombardiman û êrîşeke rasterast e.

    Bi heman mijarî:

    Dadgehê biryara li ser Demirtaş betal kir
    Amerîka: Me bi bombebaranan li Kampa El Şebab a li Somaliye zêdetirî 100 milîtanî kuşt
    Pûtîn û Trump bi telefonê axivîn
    Sererkanên Rûsya, Îran û Tirkiyê li ser hevkariya Sûriyê axivîn
    Dîroka maça ewil a ku li Samara Arenayê bê li dar xistin diyar bû
    Ebadî banga bicihanîna yasa û destûrê li Herêma Kurdistanê kir
    Etîketan:
    Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de