22:26 17 Kanûn 2017
Zindî
    Rûsya

    Rûsya, ji bo restorasyonê modela 3D ya Palmîrayê da Şamê

    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Pisporên rûsî bi dimênên Palmîrayê ku ji aliyê milîtanên DAIŞê ve hatibû ruxandin, bi navgînên hewayî yên bê mirov yên piçûk kişandibûn modela 3D çêkirin. Modela ku li St. Petersbûrgê hate nîşandan, ji bo ku di restorasyona bajêr de were bikaranîn ji bo Sûriyê hat dayin.

    Ji bo restorasyona bajarê antîk yê Palmîrayê Rûsya gaveke pir mezin avêt. Lêkolerên ji Akademiya Zanistan ya Rûsyayê li muzexaneya Ermîtaj bi alîkariya pisporan, modeleke Palmîraya antîk ya ku di lîsteya Mîrateyên Cîhanê ya UNSECO ye de çêkirin. Di çêkirina model de 20 hezar dîmênên ku pisporan di gera ji bo projeyê ya di Îlona 2016an de kişandibûn hatin bikaranîn.

    Balyozê Sûriyê yê li Rûsyayê Riyad Heddad diyar kir ku modela ku li forûma kulturî ya navneteweyî ya li St Petersbûrgê hatiye nîşandan û dê bihêle ku rewşa Palmîrayê were lêkolîn kirin ji bo restorasyonê dane Sûriyê. Heddad da zanîn ku, ev model nîşaneya wê yekê ye ku Rûsya ji aliyê kulturî ve piştgiriyeke mezin dide Sûriyê ye. Hedad di forûmê de got ku: "Êdî em dikarin dest bi sêpandinên ji bo restorasyonê bikin" bal kêşand ser piştgiriya Rûsya ya di xelaskirina Palmîrayê de. Heddad herwiha ragihand ku Şam ji bı palmîra ji bo nifşên nû tên jî bimîne tişta ji destê wê tê dike.

    Gerînendeyê Muzexaneya Ermîtajê Mihail Piotrovsky jî ragihand ku ew ji bo perçeyên ku ji bajarê antîk hatine dizîn bibînin xebatan dimeşînin

     

    Bi heman mijarî:

    Palmîra bû nîşaneya rizgarkirina mirovahiyê ya Rûsya ye
    Li Palmîra ya ku ji DAIŞê hatiye rizgarkirin dema konsertê
    Palmîra ji bo sûriyeyî yan Stalingrada îroyî ye
    Palmîra bi piştgiriya Rûsyayê ket bin kontrola Artêşa Sûriyayê
    Esad bajarê Palmîra ji DAIŞê stand û ala serketinê daliqand
    Etîketan:
    ragihand, kulturî, Palmîra, Mihail Piotrovsky, Riyad Heddad, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de