22:23 17 Kanûn 2017
Zindî
    Futbolîstê Îranî Serdar Azmun

    Futbolîstê Îranî Azmun: Ji bo ku ez li Kazanê me, kêfxweş im

    © Sputnik/ Maksim Bogodvid
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Futbolîst Serdar Azmunê ku di yek ji tîmên Lîga Premier a Rûsyayê Rubin Kazanê de dilîze û herwisa formaya tîma neteweyî ya Îranê li xwe dike diyar kir ku beriya ew were Rûsyayê, wî nizanîbû Kazan bajarekî Misliman e.

    Azmun roportajeke taybet da televizyona Russia Today û ev tişt gotin, "Beriya ez werim Rûsyayê, min nizanîbû Kazan bajarekî Misliman e. Ya rast wê gavê ji bo min ne girîng bû. Niha li vir im û kêfxweş im. Nûnerên hemû dînan li hemberî min baş tevdigerin. Her dem amade piştgiriyê bidin min."

    Futbolîstê Îranî herwisa behsa xwarinên ku ew jê hez dikin, kir.

    Azmun derbirî ku ew ji xwarinên Îranê hez dike û axaftina xwe wisa berdewam kir:

    "Ez nikarim bibêjim, ji xwarinên Îranê bêpar im, ji ber ku dayika min b imin re dimîne û bi rêkûpêk xwarinên me çêdike. Bi piranî di rojên lîstikê de min delalî dike. Ji xwarinên herêmî jî herî zêde ji spagettiye hez dikim."

    Azmun bang li futbolhezên Îranî kir û ji wan xwest ku di dema Qûpaya Cîhanê ya FIFA-2018an de serdana Rûsyayê bikin.

    Bi heman mijarî:

    Ji bo Kûpaya Cîhanê dibe seferên balafirê di navbera Mînks û Kazanê dest pê bike
    Dersa "fûtbola bênijadperestî" li bajarên ku Kûpaya Cîhanê ya 2018an dê li wan çêbibe
    Ji bo FIFA 2018 a li St. Petersburgê, hezar jûrên din têne vekirin
    Di Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an de, dê qerta mêvanan were derxistin
    Stadyûma Nijniy Novgorod ji bo Kupaya Cîhanê FIFA 2018an amade ye
    Dibe ku ji bo FIFA 2018an seferên rasterast ên Minsk-Kazanê destpê bikin
    Etîketan:
    kêfxweşî, Fifa 2018, Russia Today, Futbolîstê Îranî, Serdar Azmun, Rûsya, Kazan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de