17:45 18 Kanûn 2017
Zindî
    Logoya Googleê

    Simonyan: Gava çavkaniya rastiyan Rûsya be, destûrê nadin

    © REUTERS/ Lucy Nicholson
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî ku Serokê Encûmena Birêveber a Şirketa Alphabetê ya girêdayî Eric Schmidtî got ku hewl didin ku lêgerînên nûçeyên Googleê de naverokên Sputnik û RTyê berteref bikin, Gerînendeya Giştî ya RT û Sputnikê Margarita Simonyanê got, ji ber ku rastî ji Rûsyayê tên, destûrê nadin wan.

    Simonyanê wiha got, "Ji bo li dijî aqlêselîm û mentiqê bin, baş e ku Google heye: Gava çavkaniyên rastiyan RT be, destûr tine. Ji ber mijar, Rûsya ye. Li beramberî ku Googleê rapor da Kongreya Amerîkayê, ku ji aliyê RTyê ve li hemberî malperê an jî polîtîkaya wê manîpulasyon nehatiye kirin…"

    "QEDEXE NE ŞÊWAZA ME YE"

    Serokê Encûmena Birêveber a Şirketa Alphabetê ya Google pê ve girêdayî Eric Schmidtî roja şemiyê li forumeke li Kanadayê gotibû ku li ser metodan dixebitin ku Russia Today(RT) û Sputnik ji ber propogandayê Rûsyayê dikin di lêgerînên nûçeyên Google Newsê de berteref bikin.

    Schmidtî gotibû, "em li ser pergalan dixebitin ku naveroka malperan negihêje girseyên mezin. Lê dîsa jî em naxwazin qedexe bikin. Ev ne şêwaza me ye. Ez ne alîgirê sansûrê me."

    Google, Facebook û Twitterê li ser îdîayên ku Rûsyayê destwerdan di hilbijartinên Amerîkayê de kirine, raport dabûn Kongreya DYAyê. Balyozxaneya DYAyê ya li Rûsyayê ragihandibû ku ti agahiyên wan derbarê îdîayên saziyan de tine ne."

    Herwiha Googleê teqez kiribû ku saziyên medyaya rûsî di dema hilbijartinan de manîpûlasyon li Youtubeê û yan jî destwerdanek ji binpêkirina polîtîkayê nehatiye kirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Derve ya Rûsyayê: Twitter bêyî rêxistinên leşkerî yên Amerîkayê nikare tevbigere
    Rûsyayê navgîneke leşkerî ya nifşê nû ceriband
    Ji Rûsyayê daxuyaniya îhtimala hevdîtina Pûtîn û Trump
    Rûsyayê bi heman awayî bersiv da mueyideyên Kanadayê
    Navenda Şopandina Agirbestê ya Rûsyayê ofîs li Dêra Zorê vekir
    Formayê tîmê netewî yê Rûsyayê yê FIFA 2018an diyar bûn
    Roja ku Erdogan biçe Rûsyayê dîyar bû
    Etîketan:
    Twitter, Facebook, Google, Margarita Simonyan, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de