05:03 20 Sibat 2018
Zindî
    Rusya Dışişleri Bakanı Sergey Lavrov, Türkiye Dışişleri Bakanı Mevlüt Çavuşoğlu, İran Dışişleri Bakanı Cevad Zarif

    Lavrov: Dê Pûtîn, Erdogan û Rûhanî biryara dawî ya kongreya Sûriyeyê bidin

    © REUTERS/ Maxim Shemetov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 20

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di axaftina xwe de ragihand ku li Soçiyê wê Pûtîn, Erdogan û Rûhanî biryara dawî ya Kongreya Diyalog a Sûriyeyê bidin.

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Azerbeycanê piştî hevdîtina hemkarê xwe Elmar Memmedyarov di axaftina xwe ya çapemenî de got: "Roja çarşemê li Soçiyê biryara dawî ya Kongreya Diyaloga Sûriyeyê ji aliyê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ve dê were girtin."

    Sergey Lavrov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Duhî li Antalyayê min bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Derve yê Îranê Muhammed Cewad Zarîf re ku di heman demê de garantorên pêvajoya Astanayê ne mijara Kongreya Diyalog a Sûriyeyê nirxand. Me pêşniyarên xwe amade kirine. Roja çarşemê em ê van pêşniyaran pêşkêşî serokê hersê welatan bikin. Hersê serok wê biryara xwe ya dawî bidin."

    Lavrov di dirêjiya axaftina xwe de got: "Divê hemû beşên Sûriyeyê ji bo civînê werin vexwendin. Em li gorî biryarên Astanayê ku ji aliyê Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ve jî hatiye qebûlkirin tevdigerin. Li gorî biryarê divê hemû heyetên muxalif û nûnerên hikûmetê tevlî vê diyalogê bibin."

     

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Li Antalyayê bi Iran û Tirkiyeyê re em li ser hemû mijaran axivîn, me li hev kir
    Lavrov: Wezîrên Karên Derve yên Rûsya, Tirkiye û Îranê dê bi rojeva Sûriyê bicivin
    Lavrov: ‘îddiayên ku Rûsyayê mudaxaleyî hilbijartinan kiriye nîşaneyên hîsterik in'
    Lavrov: Me soz nedaye ti kesî ku hêzên Îran piştgiriya wan dike ji Sûriyeyê vekişin
    Lavrov: Di destê me ti belge tine ne ku Amerîka û DAIŞê li hev kirine lê...
    Etîketan:
    Kongreya Diyalog a Rûsyayê, Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov, Îran, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de