00:48 19 Sibat 2018
Zindî
    Kurd - Rojava - Dirbêsiyê - Al

    Rûsya: Beşdarbûna kurdan a kongreyê dê di civîna Rûsya, Tirkiye û Îranê de were nirxandin

    © REUTERS/ Rodi Said
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 02

    Cîgirê Serokê Dewleta Rûsyyaê Yuri Uşakov diyar kir ku mijar vexwendina an nevexwendina Kurdan ji bo Kongreya Diyaloga Neteweyî ay Sûriyeyê dê roja çarşemê di lûtkeya sêalî ya Rûsya, Tirkiye û Îranê de were gotûbêjkirin. Uşakov ragihand ku dîroka kongreye jî hîn ne diyar e.

    Uşakov ji bo pirsa li ser diyarbûna dîroka Kongreya Diyaloga Neteweyî ya Sûriyeyê got, "Na, hîn diyar nebûye."

    Uşakov ji bo mijara beşdarbûn an jî beşdarnebûna kurdan ji bo kongreyê jî got, ev mija roja çarşemê li Soçiyê dê di civîna Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî de were nirxandin.

    Uşakov got, ‘Ev hemû tişt dê werin axaftin."

    Uşakov ragihand ku di wê lûtkeya ku dê aramiya Sûriyeyê were gotûbêjkirin de rayedarên leşkeri jî dê cih bigirin.

    Bi heman mijarî:

    Ji Wezîrê Parastin ê Amerîkayê daxuyaniya Rojava: Em ê bimînin
    2yem Mihrîcana Sînemayê ya Rojava û referandûma Herêma Kurdistanê
    Biro: Em ditirsin ya ku li Herêma Kurdistanê rû da di demên pêş de li Rojava jî rû bide
    Pêvajoya avakirina herêma xweser li Rojava: Divê kurd pişta xwe bi Amerîkayê ve girênedin
    ‘Artêşa tirk li Rojava darên zeytûnan jêdike'
    Etîketan:
    nirxandin, kurd, Cîgirê Serokê Dewleta Rûsyayê, Yurî Uşakov, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de