13:52 18 Kanûn 2017
Zindî
    Sputnik

    Şirketa partnera Spûtnîkê li Amerîkayê ‘wek ajanê biyanî’ hat tomarkirin

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Aboriyê ya Amerîkayê ku hewl dide Radyoya Sputnîk û Televizyona Russia Today wekî ‘ajanê biyanî' bide tomar kirin, niha jî fişarê dibê ser partnerên ku saziyên çapemeniya Rûsyayê li Amerîkayê bi wan re kar dikin.

    Li gor agahiya dawî go hatî, daxwaza Wezareta Aboriyê ya Amerîkayê ku dibêje bila şîrketa RESTON TRANSLATOR ku xizmetê dide Sputnikê wekî "ajanê biyanî were tomar kirin" ji aliyê Wezareta Dadê ya Amerîkayê ve hatiye qebûl kirin.

    Di weşanên xwe yên ku li cîhanê belav dibin de Sputnik a ku bi gelek saziyan re kar dike, li gel li Amerîka wekî ‘ajanê biyanî'nehatibe tomar kirin jî, derbarê vê yekê de hîn jî dixwazeke fermî re re rûbirû nemaye.

    Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn demek berê di daxuyaniyekê de gotibû, çalakiyên li dijî dezgehên medyayî yên Rûsyayê ‘êrîşeke li dijî azadiya derbirinê' ye û dabû xuyakirin ku dê Moskow jî bi heman awayî bersivê bide Washingtonê.

    Wezareta Dadê ya Amerîkayê berî niha ji RT Americayê daxwaz kiribû, heta roja duşemê xwe ‘wek ajanê biyanî' tomar bike.

    Gerînendeya Giştî ya Spûtnîk û RTyê Margarîta Sîmonyan ev daxwaza Wezareta Dadê ya Amerîkayê wek helwesteke ‘hovane' pênase kiribû.
    Di meha cotmeha bihûrî de Twitterê jî bi hinceta qaşo destwerdana hilbijartinên seroktiya Amerîkayê, biryara astengkirina reklaman li ser hemû hesabên Spûtnîk û RTyê wergirtibû.

    Herwiha kongresmanên Amerîkayê jî ligel ku radyoya Spûtnîkê piştî çend mehan bi ser hilbijartinên seroktiya Amerîkayê hatiye vekirin jî, banga lêpirsîna ‘destwerdana hilbijartinê' bo radyoya Spûtnîkê kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    Pûtînî soza da ku bi heman awayî bersiva fişarên li Spûtnîk û RTyê bide
    Spûtnîk Kurdistanê xelat wergirt
    Kislyak bersiv da helwesta Amerîkayê ya bo Spûtnîk û RTyê
    ‘Çavtirsandina bi Spûtnîk û Russia Todayê bûye heneka ber devê wan’
    Sîmonyan: Ji ber ku delîl nîn in, Fransa delîlên dijî Spûtnîk û RTyê nabîne
    Etîketan:
    Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de