07:38 27 Nîsan 2018
    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov

    Lavrovî ji bo Libnanê daxuyaniyek da

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li gel hevkarê xwe yê libnanî Cebraîl Basîlî li Moskowê civiya û di wê civînê got, Rûsya giringiyê dide hemû kêşeyên Libnanê û dixwaze hemû bêyî destwerdaneke derveyî werin çareserkirin.

    Herwiha Lavrovî diyar kir ku Rûsya piştgiriyê dide yekîtiya vî welatê ku li Rojhilata Navîn.

    Wezîrê rûsî wiha dewam kir: Em giringiyê didin misogerkirina ewlehiya Libnanê û ya ji wê giringtir jî, em bang dikin ku hemû kêşeyên tûj ji aliyê libnaniyan bi xwe ve werin çareserkirin bê ku ti destwerdaneke derveyî pêk were û bi diyalogeke di warê qanûnî de werin çareserkirin. Giringî bi berjewndiyên hemû hêzên siyasî yên pêşeng û komên mezhebî û etnîkî jî were dayîn."

    Hêjayî gotinê ye ku Serokwezîrê Libnanê Seed Herîrî li Erebistana Siûdî îstîfa kiribû û bi tundî Îran û Hizbullah tawanbar kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    Telavîv: Bila herkes fêhm bike em destûrê nadin
    Pêşveçûna herdu baskên Bagera Cizîrê berdewam e
    Hikûmeta Bexdayê li Kerkûkê ji bo darizandina kurdan dadgeha leşkerî ava kir
    2 leşkerên Îranê di pevçûnan de hatin kuştin
    ‘Qralê Siûdî wezîfeya xwe dewr dike'
    Etîketan:
    Cebraîl Basîl, Sergey Lavrov, Libnan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de