08:32 23 Nîsan 2018
    BMGK

    Rûsyayê li KENYyê pêşnûmaya Sûriyeyê veto kir

    © Sputnik / Dmitriy Astahov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rûsyayê biryara pêşnûmaya NY û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî (OPCW) ya ku li Sûriyeyê pêşbîniya lêkolînan hevbeş dike hatibû avakirin veto kir. Lewra Moskowayê pêşnûmaya ku ji sala 2011an ve heye eve cara 10emîn e ku bloke kir.

    Pêşûmaya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî (OPCW) ya ku ji aliyê Amerîkayê ve hatiye amadekirin a li KENYyê ya pêşbîniya wê dihate kirin ku dema wê were dirêjkirin di dengdanê de 11 welatan deng da. Rûsya û Bolîvyayê biryarê veto kirin, Çin û Misir jî negotin na û negotin erê jî.

    Ji bo ku Biryarek li KENYyê were pesendkirin hewcedarî bi 9 dengên erê heye. Herwiha divê pêşnûma ji tu endamên daîmî ên KENYyê (Rûsya, Amerîka, Brîtanya, Fransa û Çînn) neyê veto kirin.

    Ji hêla din ve Nûnerê daîmî ê Rûsyayê li NYyê Vasiliy Nebenzya egere vetokirina biryarê weke di pêşnûmayê de hemahengiyek tune ye.

    Di dawiya dengdanê Nebenzya da zanîn, "Bo qedexekirina tehdîda terorî kimyewî hewcedarî bi mekanîzmayeke profesyonel heye. Lê wer xuya ye ku ji bo manipülasyonê hewcedariya wan (Amerîka) bi saziyeke weke leyîztokê heye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Iraqê ji sê aliyan ve operasyon da destpêkirin
    Erdogan: Me di hevdîtina ligel Pûtîn de li ser peredayîna S-400an li hev kir
    Erdogan: Em amade ne her gavê bavînin
    ‘10 parlamenter haziriya îstîfayê dikin'
    Welîehdekî ereb ji bo erdheja Kirmaşanê 100 milyor dolar alîkarî kir
    Etîketan:
    Veto, pêşnûma, BMGK, OPCW, NY, Bolîvya, Amerîka, Çîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de