14:50 19 Nîsan 2018
    Saînt Petersburg

    Rûsya ji bo maça EURO 2020 li St. Petersburgê were lîstin serlêdan kir

    © Sputnik / Vladimir Astapkovich
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Federasyona Futbol a Rûsyayê Vîtaliy Mutko di axaftina xwe de ragihand ku ji bo maça destpêka Şampiyoniya Futbol a EURO 2020ê li St. Petersburgê were lîstin me serlêdan kir.

    Vîtaliy Mutko di axaftina xwe de got: "Ji bo vekirina maça Şampiyoniya EURO 2020ê me serlêdan kir û ji bo lîstikê me bajarê Saînt Petersburgê pêşniyar kir. Em amade ne hemû şertan bi cih bînin. Futbolhêz vê heq dikin. Stadyuma St. Petersburgê pir delal e. Demekê hate rexnekirin, lê li cihanê yek ji ya herî baş e."

    Şampiyona EURO 2020 ji bo salvegera 60mîn bi taybetî wê li 13 bajaran pêk were. St. Petersburg, Londra, Munih, Baku, Roma, Kopenhag, Bukreş, Amsterdam, Dublin, Bilbao, Budapeşte, Brûksel û Glasgow 13 bajarên ku Şampiyoniya EURO 2020 dê li wan were lidarxistin.

    Nîvfînal û fînala Şampiyoniya EURO 2020ê wê li bajarê Londrayê were lîstin.

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Derve ya Rûsyayê: Bila werzîş nebe amûra siyasetê
    Werzîş xembar e: Muhammed Alî tiştekî nayê jibîrkirin afirand
    Vuvuzelaya alîgirên futbola Rûsî ya Kûpaya 2018an diyar bû: Kevçiyên textikî
    Federasyona Futbola Kurdistanê ceza da tîma Araratê
    Federasyona Futbola Tirkiyayê 3 puanên Amedsporê jêbir
    Alîgirê Meksîkayî behsa rastiyên Rûsya û futbola Rûsan dike
    Etîketan:
    Şampiyoniya EURO 2020, Serokê Federasyona Futbol a Rûsyayê, Vîtaliy Mutko, Saînt Petersbûrg, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de