21:53 11 Kanûn 2017
Zindî
    دوومایا ڕووسی

    Rûsya dê ji 9 saziyên çapemeniyê re nivîsê bişîne

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Dadê yê Rûsyayê piştî ku li baskê jêr yê parlamentoya rûs Dûmayê qanûna sîxûrên biyanî hate qebûlkirin, herî kêm ji 9 saziyên çapemeniyê re ku dê beşdarî vê qanûnê bikin nivîs şand.

    Piştî ku li ser daxwaza Wezareta Dadê ya Amerîkayê televîzyona Russia Today (RT) di jêr qanûna FARA de wekî sîxura biyanî hate qeyd kirin Rûsya ji bo bersivê bide Washingtonê kete bnav tevgerê. Qanûna FARA saziyên ku ji bo welatekî din çalakiy3en lobiyê dikin dike armanca xwe.
    Li gor daxuyaniya ku Wezareta Dadê ya Rûsyayê ragihandiye di nav saziyên ku nivîs ji wan re hatiye şandin de saziyên wekî Dengê Amerîka (VOA), Radio Free Europe/Radio Liberty(RFE/RL) hene ku derdikevin pêş.

    Herwiha nivîs ji şirîkên RFE/RLê yên li Rûsyayê malperên Kavkaz.Realii, Krym Realii û Sibir Realii, radyoya Radyo Azatliq, televizyona Current Time (projeya hevpar ya VOA-RFL_RLyê ye) û malpera înternetê ya RFE-RL factograph.info.web re jî hatiye şandin.

    Dumaya Dewletê ku bersiv dabû muameleyên li hember televizyona Russia Today, doh di deng dayina sêyemîn de qanûna ku saziyên çapemeniyê yên ji derve ve tên fînanse kirin wekî sîxûrên biyanî werin nasîn qebûl kiribû. Di 13 Mijdarê de Gerînendayea Weşanê ya Giştî ya Sputnik û Russia Today Margarita Sîmonyan ragihandibû ku RT America li ser daxwaza Wezareta Dadê ya Amerîkayê wekî ‘sîxûra biyanî' hatiye tomar kirin.

    Sîmonyana ku ji Twitterê daxuyanî belav kiribû gotibû ku: "Me ji rêyên ku serî li rêbazên hiqûqî biidn an jî wekî sixûr werin qeyd kirin, ya duyem jilbijart. Di vê çarçoveyê de em serbestiya îfadeyê ya li Amerîkayê û kesên ku hîn jî ji vê bawer dikin pîroz dikin."

    Bi heman mijarî:

    Rûsya bertek da Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May
    Rûsya: Amerîka tundrewan, bi taybetî jî DAIŞê diparêzê
    Rûsya: Di Radyoya Dengê Amerîkayê de nîşaneyên ‘ajanên biyanî’ hene
    Lavrov: Wezîrên Karên Derve yên Rûsya, Tirkiye û Îranê dê bi rojeva Sûriyê bicivin
    ‘Rûsya, em amade ne ku ji bo sewqîyata helîkoptera şer bi Tirkiyeyê re rûnin'
    Rûsya: Ji bo peymana S-400î têkeve meriyetê divê Tirkiye hemû pereyan bide
    Rûsya: Bi saya agirbestê bi hezaran sûrî vegeriyan jiyana xwe yê rojane
    Etîketan:
    muamele, şandin, ragihandin, Margarita Simonyan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de