02:47 22 Hezîran 2018
Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May

Rûsya bertek da Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May

© REUTERS / Andrew Yates
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Balyozxaneya Londonê ya Rûsyayê bertek da Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May ku çapameniya rûsî bi çêkirina ‘nûçeyên derew' û Moskowê jî bi mudexaleya referandûma Brexitê sûcdar dikir.

Rayedarekî ji Balyozxaneya rûsî ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku piştî daxuyaniya May kampanya li dijî Rûsyayê dan destpêkirin, nûçeyên ku Rûsyayê sûcdar dikin ên çapameniya Brîtanyayê ne rast in.

Dîplomatê rûsî, "Divê îdiayên ku têkliyên her du welatan bi awayekî cidî dê xirab bike ji aliyê pisporên rûsî ve were lêkolînkirin. Em teqez van sûcdarkirinên bêbingeh ku têkiliyê bi Londonê re xirab bike, qebûl nakin."

Rayedar, nûçeyên di çapameniya Brîtanyayê piştî daxuyaniya May nirxand û got: "Çapameniya Brîtanyayê piranî belgeyên ku hatine weşandin û çavkaniyên nepen çavkanî didin nîşandan. Me çavkaniyên îdiayên di çapameniyê de cih girtin daxwaz kir."

Bi heman mijarî:

May ji bo skandala destdirêjiya cînsî li parlamentoyê lêborîn xwest
Parlamentarên Îngilîz ji bo Kurdistanê bangewazî li Theresa May kirin
Li gor encamên destpêkê di hilbijartina Îngilistanê de May piranîya kursîyan bidest nexist
Erdogan bi Macron, Merkel û May re dicive
Etîketan:
îdia, sûcdarkirin, Sputnik, Theresa May
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de