23:49 13 Kanûn 2017
Zindî
    Rusya Dışişleri Bakanlığı Sözcüsü Mariya Zaharova

    Rûsya: Amerîka tundrewan, bi taybetî jî DAIŞê diparêzê

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand ku Amerîka tundrewan, bi taybetî jî DAIŞê diparêze; nîşane û egerên vê yekê di medyayê de her ku diçe zêdetir cih digirin.

    Di civîna xwe çapemeniyê de berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarovê derbarê mijarê de derbirî ku Moskowa dê riayetî hevpeymaniyên dijî terorê yên bi Rûsya û Amerîkayê re bike û got hêvîdar im Amerîka jî di vê mijarê de hesas be.

    Zaxarova diyar kir ku di çapemeniyê de hevpeymaniyên me yên Amerîkî di mijara tundrewan de bi taybetî jî di mijara DAIŞê de her ku dice întîbayek çêdibe ku wê ji nedîtî ve dibîn, diparêze, her ku dice zêdetir egerên vê yekê di medyayê de cih digirin.

    ‘EM LI GORÎ PEYMANA CENVEREYÊ TEVGERIYAN'

    Sêşema bihûrî wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê daxuyandibû ku Amerîkayê aligirên rêxistina terorê li Ebû Kemal a Sûriyeyê bombebaran nekirine û weke sedem ‘radestbûn'a wan weke eger nîşan dabû û gotibû ku ew li gorî hevpeymana Cenevreyê ya ‘muameleya ku dê bi dîlgirtiyên şer re were kirin' tevgeriyane.

    Ji hêla din ve rayedarên koalisyonê ya ku pêşengiya wê Amerîka dike li ser daxuyaniya Rûsyayê ya ku digot ‘Washington di têkoşîna li dij terorê de ne jidil e û texlîdê têkoşînê dike', Washingtonê eşkere kir ku ‘wan alikariya DAIŞê nekiriye.'

    Bi heman mijarî:

    32 dewletên ku dê beşdarî Kûpaya Cîhanê ya 2018an bibin diyar bûn
    Endamên PKKê êrişî qeroqolê kirin: Mirî û birîndar hene
    Şandeyeke ji Tirkiyeyê bo petrola Kerkûkê serdana Bexdayê kir
    Dadgeha Destûra Bingehîn daxwaza parlamentera HDPê red kir
    'Peywendiyeke xurt a li gel Kurdistanê wê bibe alîkariya stratejiya Rûsyayê'
    Kosret Resûl ji bo rewşa tenduristiyê dibin Almanyayê
    Etîketan:
    têkoşîna li dijî DAIŞê, DAIŞ, Mariya Zaxarova, Sûriye, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de