21:58 11 Kanûn 2017
Zindî
    Leşkerên Amerîkayê

    Lavrov: Di destê me ti belge tine ne ku Amerîka û DAIŞê li hev kirine lê...

    © AP Photo/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku di destê wan de belgeyên ku Amerîka û DAIŞê li hevkirine tine ne û koalîsyona navdewletî ku Amerîka pêşengiya wê dike, bi çalakiyên astengkirina operasyonên li dijî DAIŞê ya Artêşa Sûriyeyê û Rûsyayê sûcdar kir.

    Lavrov di civîna çapameniyê ya li Moskowê axivî û diyar kir ku hêzên koalîsyonê operasyonên li dijî DAIŞê yên Artêşa Sûriyeyê û Hêzên Hewayî-Fezayî ya Rûsyayê asteng dikin.

    Lavrov nûçeyên derbarê derxistina Reqayê yên milîtanên DAIŞê ji aliyê Amerîkayê ve şîrove kir û got: "Ez nikarim bibêjim ku di navbera Amerîkayê û DAIŞê de li hev kirin heye. Li gorî daneyan nirxandin dikin. Ti delil tine ne ku peyman hatiye morkirin lê derxistina milîtanan bandorê li rewşa herêmê kir. Lewrê divê em vê yekê lêkolîn bikin. Me divê mijarê de ji Washingtonê daxwaz kir."

    Herwiha Lavrov eşkere kir k udi encama vê tabloyê de, dem ji serkeftina li dijî DAIŞê yên artêşên Sûriye û Rûsyayê hewce ye.

    ‘HEBÛNA LEŞKERÊN AMERÎKÎ LI SÛRIYEYÊ MEŞRÛ NÎN E'

    Ji aliyê din ve Lavrov destnîşan kir ku daxuyaniyên Washingtonê ya hebûna leşkerên amerîkî li Sûriyeyê meşrûye, rexne kir.

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê derbarê daxuyaniya Wezareta Parastin a Amerîkayê ku gotibû hebûna hêza me li Sûriyeyê li gorî biryara Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî meşru ye, de got eletewş e.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Wezîrên Karên Derve yên Rûsya, Tirkiye û Îranê dê bi rojeva Sûriyê bicivin
    Lavrov: ‘îddiayên ku Rûsyayê mudaxaleyî hilbijartinan kiriye nîşaneyên hîsterik in'
    Lavrov: Me soz nedaye ti kesî ku hêzên Îran piştgiriya wan dike ji Sûriyeyê vekişin
    Lavrov: Daxuyaniya Pentagonê bi peymanên Cenevê re dikeve nakokiyê
    Lavrov: Vexwendnameya kongreyê ji tewayîya opozîsyonê re hatin şandin
    Etîketan:
    meşrû, leşker, operasyon, DAIŞ, Sergey Lavrov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de