08:31 13 Kanûn 2017
Zindî
    Mariya Zaxarova

    Zaxarova bertek nîşanî parvekirinên agahiyên derbarê Balyozxaneya rûsî da

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihand ku dayîna agahiyên malî yên Balyozxaneya Rûsyayê ji aliyê servîsên îstîxbaratê yên Amerîkayê bo çapameniyê gelek aciz in.

    Zaxarova, di civîna çapamenî ya li Moskowê de axivî û bertek nîşanê dayîna agahiyên malî yên aydî Balyozxaneya Washingtonê ya Rûsyayê ji aliyê servîsên îstîxbaratên Amerîkayê ve da.

    Vladimîr Pûtîn
    © Foto: Rusya Devlet Başkanlığı Basın ve Bilgi Ofisi
    Zaxarova got: "Parvekirinên agahiyên malî yên Balyozxaneya Washingtonê ya Rûsyayê û nûnertiyên dîplomatîk ên rûsî yên li giştiyê cîhanê, bi rêya çapameniyê gelek acizî dide mirov. Ev çalakî, encama hewldanên zindî girtina îdiayên ku bandorê wê kêmbûne ya mudexaleya hilbijartina serokatiya Amerîka yê Rûsyayê ye."

    Zaxarova, bangî rayedarên Amerîkayê kir ku dawî li zeftên ser nûnertiyên dîplomatîk ên rûsî bînin.

    BuzzFeed News îdia kiribû ku, niha Şaxa Lêpirsîna Federal a Amerîkayê (FBI) Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê 380 hezar dolar bi armanca kampanyaya hilbijartinê li gelek welatan bi rêya Balyozxaneyên rûsî belavkiriye, lêkolîn dike. Lê BuzzFeed şandina dolarî bo xebatên hilbijartina Dûmayê li derveyî welatê jibîr dike û vê yekê bi hilbijartina serokatiya Amerîkayê ve gire dide.

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova: Helwesta me ji beşdarbûna kurdan neguheriye
    Zaxarova: Em ê surprîzekê li Amerîkayê bikin
    Zaxarova: Em li gel wê yekê ne ku kurd jî tev li pêvajoya çareseriya Sûriyeyê bibin
    Zaxarova: Divê aktorên derve karîgeriyê li hevkariya Rûsya û Tirkiyê nekin
    Zaxarova: Em ê malperên nûnêrîtiyên xwe veguhezin pêşkêşkarên herêmî
    Etîketan:
    zeftkirin, çapamenî, agahî, Mariya Zaxarova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de