01:01 22 Hezîran 2018
Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn

Pûtîn piştgirî da ‘pêşniyaza guherandina dîlgirtiyên li Ukraynayê'

© Sputnik / Alexey Druzhinin
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn ragihand ku ew piştgiriyê dide daxuyaniya Serokê Tevgera ‘Hilbijartina Ukraynayê' Viktor Medvedçûk ya ku pêşniyar kiribû ku dîlgirtiyên Ukrayna-Donetsk û Luganskê yekbiyek biguherînin.

Pûtîn îro piştî hevdîtina li Xelwetgeha Qudsa nû ya Vejînê ya li herêma Moskowayê bi Serokwezîr Dmitriy Medvedev re û Patrîkê Dêra Ortodoks ya Rûsyay Kirill re bi Medvedçuk re jî hevdîtinek pêk anî.
Medveçuk bibîr xist ku di navbera her du aliyan de ev 14 meh e dîlgirtî serbiser nehatine guhertin û pêşniyaza guherandina serbiser a dîlgirtiyan kir.

Pûtîn piştgirî da pêşniyaza Medveçuk ya ku digot em dîlgirtiyan serbiser bi guherînin û goy, "Çi ji destê min were ez texsîr nakim. Ez dê bi rêveberiya Donetsk û Lugnask re biaxivim. Hêvîdar im pêşniyaza we bi cih were."

Bi heman mijarî:

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo Barzanî nameyek şand
Soylu: Em ê yek bi yek bi PKKyiyan re biaxifin
Hikûmeta Kurdistanê ofîsa xwe ya li Mexmûrê girt
Fîlmê kurdî li Fransayê 2 xelat stendin
Lihevnekirina PDK û YNKê li ser parêzgarê Kerkûkê û encamên wê
Ji bo parlamentera HDPê biryara tehliyekirinê hat dayîn
Etîketan:
esîr, dîlgirtî, Medvedçuk, medvedev, Pûtîn, Lugnask, Donetsk, Ukrayna, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de