20:52 25 Hezîran 2018
S-400

Rûsya: Ji bo peymana S-400î têkeve meriyetê divê Tirkiye hemû pereyan bide

© Sputnik / Mikhail Mokrushin
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku ji bo peymana Tirkiyeyê ya pergala parastina moşeka hewayî ya S-400î ku bi Rûsyayê kir di pratîkê de têkeve meriyetê divê Enqere hemû pereyan bide.

Berpirsekî ajansa federal a hevkariya teknîk û leşkerî ya Rûsyayê (FSVTS) di daxuyaniya xwe ya rojnameyê de got. "Ji bo peymana S-400î ku Tirkiyeyê bi Rûsyayê re îmze kir di pratîkê de têkeve meriyetê yanî sewkiyat were destpêkirin divê Enqere hemû pereyên ku di kontratê de hatiye diyarkirin bide."

Lî gorî berpirsê FSVTSê, sewkiyata bataryayên pergala parastina moşekên S-400î bo Tirkiyeyê hetanî 2019-2020an encex pêk were.

ERDOGAN: ME KAPARO DA

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di axaftina xwe ya 12ê Îlonê de ji bo pergala parastina moşekên S-400î gotibû: "Ji bo standina S-400î me îmze avêtin û Tirkiyeyê kaporaya moşekan şande Moskowê."

Dîrektorê Giştî yê şirketa pîşesaziya parastin a dewleta Rûsyayê (Rostec) Sergey Çemezov jî di axaftina xwe de gotibû: "Meblaxê peymana moşekên S-400î ya navbera Rûsya û Tirkiyeyê zêdetirî 2 milyar dolar e."

 

 

Bi heman mijarî:

Derbarê rêkeftina S-400î ya Rûsya û Tirkiyeyê de daxuyanî
Alîkarê Pûtînî: Tirkiye dê piştî Çînê pergala S-400î bistîne.
Rûsya: Em ê di nêzîk de bi Erebîstana Siûdî re peymana S-400î îmze bikin
Rûsya qod ên S-400î nade Tirkiyeyê
Rûsya û Erebîstana Siûdî ji bo S-400î li hev kirin
Etîketan:
Dezgehê Teknîk û Leşkeriya Federal a Rûsyayê (FSVTS), Serokomarê Tirkiyeyê, Sergey Çemezov, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de