07:34 21 Mijdar 2017
Zindî
    Russia Today - RT

    Dûmayê di çapemeniyê de jinûvesakirina ajanên biyanî pesendkir

    © Sputnik/ Evgeny Biyatov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Baskê binî yê Parlemana Rûsyayê Dumayê pêşnûmaya çapemeniyên ku ji derveyî welat têne fînansekirin weke ajanên biyanî werine qeydkirin pesendkir. Ev gav piştî ku Wezareta Dadê ya Amerîkayê, RT America li DYAyê wekî 'ajanê biyanî' tomarkir, hate stendin.

    Pêşnûmaya ku saziyên çapemeniyê yên ku ji derveyî welat têne fînansekirin pêşbîniya wê yekê dike ku li Rûsyayê weke ajan werine qeydkirin, di dengdana baskê parlemana Rûsyayê Dûmayê bi 409 dengan hate erêkirin. Di dengdanê kesên ku dengê ‘na' dan an jî bêbiryar man derneketin.

    Ev biryar tê wê wateyê ku saziyên çapemeniyê jî weke saziyên civakî werine dîtin û werine nirxandin.

    Li Rûsyayê pêşnûmaya saziyên sivîl yên ku ji derve pereyan digirin weke ajanê biyanî bêne qeydkirin di sala 2012an de hatîbû qebûlkirin. Saziyên sivîl yên ku xwe weke ajanê biyanî xwe qeyd nekin dê rastî mûeyîdeyên darayî bên.

    ​BIRYAR PIŞTÎ BIRYARA AMERÎKAYÊ HAT STENDIN

    Biryara jinûvesazkirina saziyên biyanî ya Dûmayê ya ku pêşbîniya wê yekê dike ku saziyên çapemeniyê yên biyanî jê û pê de divê weke ajanê biyanêi bên qeykirin, piştî zext û fişarên li ser televizyona Russia Today (RT) a li Amerîkayê hate stendin.

    Wezareta Dadê ya Amerîkayê ji RTyê xwestibû xwe weke ajanê biyanî qeyd bike. RTyê xwe qeydkiribû lê ew dê ji ber yasaya FARA ya ku kes û saziyên li Amerîkayê karê lobiyê dikin wekî ‘ajanê biyanî' bi nav dike, navê xwe tomar bikin, lê ew dê teqez vê biryara Wezareta Dadê ya Amerîkayê bibin dadgehê.

    Bi heman mijarî:

    Hêzên Heşda Enbarê: 600 milîtanên DAIŞê xwe radestî hêzên YPGê kir
    Hevşaredarê berê ya navçeya Qelqelî ya Wanê Handan Bagci hate binçavkirin.
    Cîgirê Serokomar: Divê hevdîtinên Bexda û Hewlêrê werin destpêkirin
    Li Zîmbabveyê leşkeran dest danî ser televizyona dewletê, artêşê daxuyanî da
    Koalîsyon: Em ê alîkariya xwe ya HSDê dewam bikin
    Etîketan:
    jinûvesazkirin, çapemenî, bersiv, Sputnik, RT, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de