02:42 22 Hezîran 2018
DAIŞ

Rûsyayê wêneyên rastîn ên daxuyaniya ‘Ebû Kemalê’ weşandin

© REUTERS /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Berevaniya Rûsyayê wêneyên rastîn ên ku Hevpeymaniya Navdewletî ya bi pêşengiya Amerîkayê, li dema derketina ji Ebû Kemalê alîkariya DAIŞîyan kiriye, weşand.

Wezaretê diyar kir, bal kişand ser daxuyaniya hevkariya di navbera hevpeymaniyê û DAIŞê de û ragihand, di wêneyên ji aliyê xebatkarekî sivîl hatibûn belavkirin de şaşî çêbûye û wêneyên rastîn ên bi navgînên hewayî yên bêmirov hatine girtin weşandin.

Wezareta Berevaniya Rûsyayê wêneyên karwana DAIŞîyên ku ji ber bombardima Rûsyayê ji Ebû Kemal a Dêrezorê direviyan ber bi sînorê Iraq-Sûriyê weşandibûn û piştre ew wêne jê biribûn.

Wezaretê jêbirina wan wêneyan ronî kir û got, ji ber şaşîtiya xebatkarekî wan ê sivîl wêneyên nerast hatine parvekirin û derheqê wî kesî de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Wezaretê piştre wêneyên rastîn ên ji aliyê NBHyên Rûsyayê ve hatine tomarkirin û alîkariya hevpeymaniyê ya bo DAIŞê radixe pêş çavan, belav kir.

Bi heman mijarî:

Li Herêma Kurdistanê Erdhejeke din çêbû
Li Îzmîrê ji 21 kesên binçavkirî 13 kes hatin berdan
Senatorê rûs: Dîplomasiya Pûtîn û Erdogan rast e
Ebadî: Ez pêşwaziyê li daxuyaniya Hikûmeta Kurdistanê dikim
Macron: Pêwistiye peymana nukleerî bi hinek revîzyonan heye
Etîketan:
Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de