11:23 21 Mijdar 2017
Zindî
    Putin û Erdonan

    Senatorê rûs: Dîplomasiya Pûtîn û Erdogan rast e

    © Sputnik/ Сергей Гунеев
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 24 0 0

    Cîgirê Serokê Komîteya Têkiliyên Derve yê Federasyona Konseya Rûsyayê Andrey Klîmov hevdîtina doh ya Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan nirxand û got: "Du dewletên cîran yên ku biserketine qrîza di têkiliyên xwe de çareser kirine dîplomasiyeke rast dimeşînin."

    Klîmovê ku ji ajansa nûçeyan Vestnik Kavkaza re axifî ragihand ku Tirkiye û Rûsya pêvajoya ji nûve zindîkirina têkiliyan temam kirine û weha pê de çû: "Em dibînin ku Tirkiye û Rûsyayê qrîza di têkiliyên xwe de li paş hiştine û têkilî bi temamî zindî kirine. Gelek projeyên hevpar yên cidî hene. Divê em van projeyên stratejîk ku ne tenê Rûsya û Tirkiyê eleqedar dikin pêk werînin.

    HERKA TIRKÎ Û AKKUYU HEVKARIYÊ XURTTIR DIKIN

    Klîmov bibîranî ku xeta boriya xaza xwezayî ya Herka Tirkî û projeya Santrala Nukleerî ya li Akkuyuya Tirkiyê du ji van projeyan in û weha berdewam kir: "Ev her du proje ne tenê derfêtan didin aboriya Tirkiyê di heman demê de, têkiliyên Rûsya û Tirkiyê jî xurttir dikin.

    ‘HER DU DEWLET DI WARÊ SIYASÎ DE JÎ HEVKARIYÊ DIKIN'

    Li gor senatorê rûsî îro ne tenê projeyên aborî de, projeyên siyasî jî Rûsya û Tirkiyê dighînin hevûdu.

    Klîmnov aşkere kir ku pêkanîna aştiyê ya li Suriyê û parastina yekrêziya axa Suriyê mînakên hevkariya di qada siyasî de ye û got ku: "Her du dewlet ne tenê li herêmê, li qadên gelekî dûr yên cîhanê jî hevkariyê dikin.

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Em dê di nava heftiyê de biryarên RTyê pratîze bikin
    ‘Tirkiye operasyona Efrînê beyî Rûsya û Sûriyeyê nikare pêk bîne'
    Nerînên welatiyan li himberî helwestên Rûsya û Amerîka ji bo Kurdistanê
    Rûsya: Rewşa di navbera Yemen û Erebistana Siûdî de cihê fikarê ye
    Rûsya: Hêza me heye ku em derbên giran li her êrîşkarî bidin
    Rûsya: Amerîka nahêle NY biçe kampa penaberan a li Sûriyeyê
    Rûsya: Ne diyar e ku rewşa Kurdistanê dê çi bandorê li Kurdên Sûriyeyê bike
    Etîketan:
    heman, stratejîk, xeta boriyê, Vestnik Kavkaza, Andrey Klîmov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de