07:29 21 Mijdar 2017
Zindî
    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov

    Lavrov: Daxuyaniya Pentagonê bi peymanên Cenevê re dikeve nakokiyê

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 32 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got, Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ya ku got Amerîka dê ji Sûriyeyê dernekeve, bi peymanên Cenevê re dikeve nakokiyê.

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov daxuyaniya Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê James Mattis, ku tê de digot NY destûr daye Amerîkayê li Sûriyeyê şer bike û artêşa Amerîkayê piştî ku hevdîtinên aşitiyê yên li Cenevê bi serkeftî encam bidin wê ji Sûriyeyê, nirxand.

    Lavrov, derbirî ku Mattis gotinên li dijî peymanên Cenevê bi kar anîne.

    Lavrov ev tişt gotin, "Min daxuyaniya Mattisî bihîst. Wekî ku tê zanîn Amerîka her çiqas peywirberdana Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad wekî şertê pêşîn peşkeş neke jî, guhertina rêveberiyê li Sûriyeyê wekî gaveke rast dibine. Ev helwest bi peymanên Cenevê û daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ya ku digot armanca me ya li Sûriyeyê, tenê têkoşîna li dijî terorê ye re dikeve nava nakokiyê."

    Lavrov dest nîşan kir ku Rûsyayê ji bo nêta rast a Amerîkayê çend pirs jî ji Washingtonê pirsîne û derbirî ku ew dipên Amerîka helwesteke şefaf, adilane û fehmbar nîşan bide.

    ‘EV NE CARA PÊŞÎN E KU AMERÎKA DAIŞÊ DIPARÊZE'

    Ji aliyê din ve Lavrov parastina milîtanên DAIŞê yên li navçeya Ebû Kemal a bajarê Dêra Zorê ji aliyê Amerîkayê ve şîrove kir û bal kişand ser ku Amerîka ev ne cara pêşîn e milîtanên DAIŞê diparêze.

    Lavrov derbirî ku Amerîkayê beriya niha li bajarê Reqa yê Sûriyeyê û bajarê Mûsil ê Iraqê jî piştgirî da DAIŞê.

    Etîketan:
    nakokî, daxuyanî, Wezîrê Parastin ê Amerîkayê, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, James Mattis, Sergey Lavrov, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de