14:03 24 Mijdar 2017
Zindî
    Aleksey Miller

    Miller: Sewkiyata xazê bo Tirkiyeyê ji sedî 21.7 zêde bû

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Serokê Gazpromê Aleksey Miller di axaftina xwe de ragihand ku ji 1ê Rêbendanê hetanî 13ê Mijdarê sewkiyata xazê bo Tirkiyeyê ji sedî 21.7 zêde bû.

    Aleksey Miller piştî hevdîtina Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a bajarê Soçiyê bersiva pirsên rojnamevanan da. Miller got: "ji destpêka serê salê hetanî 13ê Mijdarê sewkiyata xazê bo Tirkiyeyê ji sedî 21.7 zêde bû û gihîşte 24.8 milyar metrokupî."

    ‘LI GORÎ SALA BORÎ 4.4 MILYAR METROKUP ZÊDE BÛYE'

    Miller di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li Tirkiyeyê daxwaza xaza rûsî pir zêde ye. Li gorî daneyên berdest, ji destpêka serê salê hetanî îro Gazpromê 24.8 milyar metrokup xaz sewkî Tirkiyeyê kir. Ev reqem li gorî sala borî ji sedî 21.7 yanî 4.4 milyar metrokup zêde tir e."

    ‘PÊWISTÎ BI HERKA TIRK HEYE'

    Serokê Gazpromê di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ev tabloyê ku derdikeve holê dide nîşandan ku gelek pêwistî bi xeta boriya xazê ya Herka Tirk heye."

    Bi heman mijarî:

    Gazprom, 373 kîlometreyên Herka Tirk hat temam kirin
    Gazprom Neft dest ji projeyeke li Herêma Kurdistanê berda
    Gazprom dest bi înşaeta baskê duyem a Herka Tirkî kir
    Gazprom projeyên Herêma Kurdistanê li SPIEFê dê binirxîne
    Gazprom: Ji bo fînansoriya Herka Tirkî me dest bi hevdîtinan kir
    Etîketan:
    Herka Tirk, Serokê Gazpromê, Aleksey Miller, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de