08:21 22 Mijdar 2017
Zindî
    Operasyona Ebû Kemalê

    Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê wêneyên konvoyên DAIŞê yên li Sûriyeyê jê birin

    © AFP 2017/ STRINGER
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 69 0 0

    Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê diyar kir ku operayona Koalisyona ya li dijî DAIŞê ya ku pêşengiya wê Amerîka dike di operasyona li hemberî keleha dawî ya DAIŞê Ebû Kemalê piştgiriya koalîsyonê bo DAIŞê raxiste ber çavan.

    Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê wêneyên konvoykeke bi dirêjahiya kîlometreyan a milîtanên DAIŞê weşandin ku di 9ê Mijdarê de ji ber bombebarana artêşa Rûsyayê ji Bûkemala girêdayî Dêra Zorê ber bi Newala Sebhayê ya li ser Iraq û Sûriyeyê ve direviyan. Lê wezaretê piştî wê bi çend saetan ew wêne rakirin.

    ‘AMERÎKIYAN RED KIRIN KU LI MILÎTANÊN DAIŞÊ BIDIN"

    Wezaretê da zanîn ku Koma leşkerî ya rûsî du caran serî li koalisyonê daye da ku konvoya DAIŞê a li rojhilata Çemê Firatê ji holê rake operasyonekê bidin destpêkirin lê ‘Amerîkayîyan peymana Cenevreyê sedem nîşan dabû û gotibû ku ‘bi awayekî dildarî radest bûne' lewra wan bi awayekî teqez red kiriye ku li milîtanên DAIŞê bixin."

    ‘KOALISYONÊ BOMBEBARANA LI DIJÎ MILÎTANÊN DAIŞÊ ASTENG KIR'

    Herwiha wezaretê diyar kir ku hêzên koalisyonê astengî ji hêzên Rûsyayê yên Hewayî-Fezayî derxistine daku milîtanên DAIŞê yên li Bûkemalê biparêze.

    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku "balafirên rûsî ji terefê koalisyonê ve hatine astengkirin daku milîtanên DAIŞê yên ji Bûkemalê vedikişiyan û di bin agirê Artêşa Sûriyeyê de bûn bi awayekî ewle derkevin. Di çarçoveya vê armancê de, balafirên koaliysonê derketin qada hewayî ya 15 kîlometreyî ya li ser Bûkemalê daku hewl bidin balafirên girêdayî Hêzên Fezayî-Hewayî yên Rûsyayê asteng bikin."

    ‘AMERÎKA DIXWAZE DAIŞê LI ROJHILATA NAVÎN LI GORÎ BERJEWNDIYÊN XWE BIKAR BÎNE'

    Ji hêla din ve wezaretê teqez kir ku "koalisyonê DAIŞê parast daku wan li rojhilata navîn li gorî berjewndiyên xwe bikar bîne".Çalakiyên wek van ên koalisyonê, diyar dikin ku operasyona birijd a Artêşa Sûriyeyê li Bûkemalê, planên Washingtonê xera dikin ku hewl dide yekîneyên îdarî yên alîgirê DYAyê li wir ava bike" û wezaretê wiha dewam kir: "Berjengên hatine bidestxistin, DYAya ku teqlîda têkoşîna li dijî terorê dike, ew bixwe bênîqaş eşkere dikin ku DYA dixwaze DAIŞê ji bo berjwendiyên xwe li Rojhilata Navîn bi kar bîne."

    Artêşa Sûriyeyê di 9ê Mijdarê de ragihandibû ku herêma dawî ya DAIŞ di destê xwe de digire, navçeya Bûkemalê bi temamî rizgar kiriye.

    SERRASTKIRIN: DANEYÊN DI REWŞA SERÎ YA VÊ NÛÇEYÊ DE, LI GORÎ DAXUYANIYA WEZARETA BEREVANIYÊ YA RÛSYAYÊ HATIBÛN RAGIHANDIN

     

    Bi heman mijarî:

    Mîrê Qeterê El Sanî bangî Hewlêr û Bexdayê kir
    Rojeva rojnameyên erebî: Libnan û Herîrî
    Werzîşvanê kurd xelata xwe ya zêrîn ji bo mexdûrên erdheja Kirmaşanê difiroşe
    Barzanî û Talebanî serdana Derbendîxanê kirin
    Hikûmeta Kurdistanê: Em biryara Dadgeha Federal a Iraqê qebûl dikin
    Aliyên Şiî yên Iraqê dixwazin rê li ber zewaca keça 9 salî vekin
    Etîketan:
    têkoşîne li hemberî daişê, Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê, Ebû Kemal, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de