19:16 25 Nîsan 2018
    Vladimîr Pûtîn

    Pûtîn: Xebatên leşkerî yên tunekirina terorîstan li Sûriyeyê ber bi dawiyê ve diçin

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10

    Li gorî Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, di ve pêngavê de li Sûriyeyê tiştê herî girîng ji bo çareseriya siyasî avakirina şert û mercan e. Ji bo ku xebatên tunekirina terorîstan li Sûriyeyê ber bi dawiyê ve diçin.

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn piştî Zîrweya Hevkariya Ekonomîk a Pasîfîk Asyayê (APEC) di civîna çapemenî de got: "Îro xuyaye xebatên leşkerî yên tunekirina terorîstan li Sûriyeyê ber bi dawiyê ve diçin. Bûyerên dawî yên başûrê rojhilatê welat jî vê nîşan dide."

    Pûtîn di berdewamiya axaftina xwe de got: "Halê hazir tiştê herî girîng qedandina van xebatan, serastkirina peymanên kemkirina herêmên gengeşî, hêzkirina agirbestê û ji bo destpêkirina pêvajoya çareseriya siyasî avakirina şert û mercan e."

    Serokê rûsî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Daxuyaniya hevpar a Rûsya û Amerîka pir girîng e. Ji bo bale dikşîne ser hinek tiştan. Berdewamiya tekoşîna dijterorê ji bo Amerîkayê jî û ji bo welatê me ku demek dirêj e vê xebatê dike jî girîng e. Ev ji bo hemû civaka navneteweyî girîng e. Piştî ku tekoşîna dijterorê li wî welatî bi dawî bû û tehdîd rabû, em ê di çarçoveya Neteweyên Yekbûyî de ji bo çareseriya çareserî tevbigerin û ji bo vê me li hev kir."

    Bi heman mijarî:

    Ji Pûtîn û Trump daxuyaniya hevpar a Sûriyeyê
    Li gorî ankêtan 2 par ji 3 parên Rûsî amade ne deng bidin Pûtîn
    Qesra Spî: Hevdîtina Trump û Pûtîn dê pêk neyê
    Pûtîn: Divê mafên werzîşvanên rûsî were parastin
    Pûtîn û Trump sibê li Vîetnamê hevdîtin pêk tînin
    Etîketan:
    Zîrweya Rêxistina Hevkariya Pasîfîk û Asyayê (APEC), Serokê Dewleta Rûsyayê, Vladimîr Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de