10:18 23 Nîsan 2018
    Vladimîr Pûtîn û Donald Trump

    Ji Pûtîn û Trump daxuyaniya hevpar a Sûriyeyê

    © REUTERS / JORGE SILVA
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokê Amerîkayê Donald Trump li Sûriyeyê ji bo têkbirina rêxistina terorîst a DAIŞê li hev kirin.

    Di daxuyaniya hevpar a herdu serokan de hat gotin ku Pûtîn û Trump li bajarê Danang ê Vîetnamê ku di çarçoveya Zîrveya APECê de hevdîtin pêk anîbûn li hev kirin ku li Sûriyeyê rêxistina terorîst a DAIŞê têk bibin.

    Herwiha herdu serokan biryara 2254 a Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ku desthilat, serxwebûn, yekîtî û yêkrêziya axa Sûriyeyê dupat kirin û bangî hemû pêkhateyan kirin ku bi şêweyekî aktîf tevlÎ pêvajoya siyasî ya Cenevê bibin.

    DI ROJA DUYEMÎN A ZÎRWEYA APECÊ DE HEVDÎTIN PÊK HAT

    Vladimîr Pûtîn û Donald Trump
    © REUTERS / Ivan Sekretarev/Lucas Jackson
    Berdevkê Ofîsa Çapemenî yê Kremlînê Dmitriy Peskov jî di axaftina xwe ya Spûtnîkê de got: "Daxuyaniya hevpar a civîna Dananga Vîetnamê ji aliyê pisporên herdu welatan ve hat amadekirin û herî dawî ji aliyê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson ve hat erêkirin."

    Pûtîn û Trump di roja duyemîn a Zîrweya Hevkariya Ekonomîk a Pasîfîk Asyayê (APEC) de firsenda hevdîtinê dîtin. Sohbeta herdu serokan ya berî wêne girtine bal kişand. Di dema wêne girtinê de Pûtîn û Trump li kêleka hev bûn.

    Bi heman mijarî:

    Qesra Spî: Hevdîtina Trump û Pûtîn dê pêk neyê
    Pûtîn û Trump sibê li Vîetnamê hevdîtin pêk tînin
    Ji Rûsyayê daxuyaniya îhtimala hevdîtina Pûtîn û Trump
    Lavrov: Dibe Pûtîn û Trump bi hev re çûne destavê
    Kremlîn: Di navbera Pûtîn û Trump de li G20an hevdîtineke nepenî çênebû
    Etîketan:
    Serokê Amerîkayê, Serokê Dewleta Rûsyayê, Donald Trump, Vladimîr Pûtîn, Amerîka, Rûsya, Vîetnam
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de