09:56 20 Nîsan 2018
    Vladimîr Pûtîn

    Li gorî ankêtan 2 par ji 3 parên Rûsî amade ne deng bidin Pûtîn

    © Sputnik / Aleksey Nikolskyi
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Rûsyayê lêkolînekê derxist hole ku piraniya Rûsan hêj amade ne ku dengê xwe bidin Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn.

    Vladimîr Pûtîn û Donald Trump
    © REUTERS / Ivan Sekretarev/Lucas Jackson
    Lêkolîn ji aliyê Weqfa Rayagiştî ya Rûsî (FOM) ve di 4-5ê Mijdarê de li 73 herêman û 207 şûnwaran bi beşdarbûna 3 hezar kesan hat lidarxistin û di encamê de derket hole ku 68 ji sedê xelkê Rûsyayê amade ne deng bidin Serokê Dewletê Vladimîr Pûtîn.

    Li gorî encamên anketê Serokê Partiya Demokrat a Lîbera Vladimîr Jirinovskiy 7 ji sedê dengan û serokê Partiya Komunist Gennadiy Zyuganov jî 4 ji sedê dengan werdigirin. Ji ankêtê ji bo damezirînerê partiya Yabloko yê lîberal Grigoriy Yavlinskiy û pêşkeşvana televîzyonê Kseniya Sobçakê jî tenê 1 ji sedê dengan derket.

    Hat fêmkirin ku encamên vê ankêtê dişibe encamên ankêta GOMê, ku d, meha cotmehê de hatibû lidarxistin. Di vê ankêtê de tenê dengên ji bo Pûtîn 1 ji sedî zêde bûye.

    Li Rûsyayê di meha Adarê ya sala pêş me de hilbijartinên serokayetiyê hene û tê payîn ku di meha Berfanbarê de kampanyayên hilbijartinan werin destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Qesra Spî: Hevdîtina Trump û Pûtîn dê pêk neyê
    Pûtîn û Trump sibê li Vîetnamê hevdîtin pêk tînin
    Pûtîn: Divê em di nav APECê de ji bo ewlehiya zanyariyan dest bi hevdîtinan bikin
    Pûtîn û Erdogan dê li Soçiyê bicivin
    Pûtîn: Herêmên şer bo hindekan bûne karekî kesbdar
    Etîketan:
    dengdayîn, encam, anket, Serokê Dewleta Rûsyayê, Vladimîr Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de