19:59 11 Kanûn 2017
Zindî
    Rusya Savunma Bakanı Sergey Şoygu

    Şoygu: NATO çekên êrîşê sewqî sînorê Rûsya dike

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu diyar kir ku rexneyên çapemeniya Ewropî yên li ser tetbîqata leşkerî a di navbera Rûsya û Belarûsê de ya bi navê Zapad-2017, armanc dikin ku çalakiyên nukleerî yên NATOyê ku li sînorên Rûsya û Belarûsê pêktîne veşêre.

    Şoygu bibîrxist ku tetbîqat di meha îlonê de pêkhatibû û li gel ku tetbîqateke ji bo parastinê ya bi plan bû jî, dewletên rojavayî tawanbarkirin û êrîşên xwe berdewam kirine.

    Şoygu da zanîn ku: "Nûçeyên rexneyî yên ji aliyê çaoemeniya rojavayî vê tên belavkirin, armanc dikin ku çalakiyên NATOyê yên ku li nêzî sînorê Rûsya û Belarûsê her ku diçê zêde dibin veşêr in. Tifak, operasyon û çalakiyên amadekariya herbê li milê rojhilat zêdetir dike, herwiha xebatên bikaranîna çekên nukleerî dike."

    ‘NATO, ÇEKÊN ÊRÎŞÊ SEWQÎ SÎNORÊ RÛSYA DIKE'

    Şoygu balkêşand ser ku NATO hebûna xwe ya leşkerî li sînorê Rûsya zêde dike û leşkerên li yên heyî zêde dike û çekên êrîşê sewqî sînorê Rûsya dike û got ku hêzên tifaqê bi awayekî nizamî tetbîqatên leşkerî li dardixin.

    ‘NATO ZIRARÊ DIDE ISTIQRARA STRATEJÎK'

    Şoygu aşkere kir ku: "Ev çalakî, zirarê didine istîqrara stratejîk û dihêlin ku em tevdîrên ji bp parastinê li hember aliyê din bigrin."

     

    Bi heman mijarî:

    Şoygu: Li Suriyê di destê DAIŞê de axeke pir piçûk maye
    Şoygu banga yekkirina hêza leşkerî ya li hember terorîzma navneteweyî kir
    Şoygu xelat da generalê sûriyeyî ku gundê El Hadar ji destê DAIŞê rizgar kir
    Şoygu: Yekîneyên polîs û leşkerî yên rûsî li herêmên biewle ya Sûriyeyê peywirê dikin
    Balafirên NATOyê di rêya vegerê de refeqatê balafira Şoygu kirin
    Şoygu: Têkiliyê me yên di mijara Sûriyeyê de bi Amerîkayê re dewam dikin
    Şoygu: Em dizanin li Sûriyeyê di destê kîjan terorîstan de çekên kîmyewî hene
    Etîketan:
    tetbîqat, pêkhatibû, Nûçe, Sergey Şoygu, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de