11:57 23 Gulan 2018
    Margarita Simonyan

    Simonyan: Pergala siyasî ya Amerîkayê dê hirçê bixe deveh

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Gerînendeya Giştî ya Russia Today (RT) û Sputnikê Margarîta Sîmonyan pêşnûmaya FARAyê ya Wezareta Dadê ya Amerîkayê ya ku dixwaze televizyona RTyê têxe nava weşanên ku li Amerîkayê çalakiyên lobitiyê dikin û xwe weke ‘ajanê biyanî' qeyd bike rexne kir û got, "Washington ji hirçê re dibêje deveh"

    Sîmonyanê ji Sputnikê re axivî û sembola Rûsyayê hirç bibîr xist û got, "Pergala siyasî ya Amerîka dê li hirçê binere û bibêje ev deveh e. Tunebûna siman û hawîdan jî ne xema wan e."

    Rêveberiya Washingtonê di çarçoveya yasayê FARAyê de biryar dabû ku Russia Today (RT) li Amerîkayê xebatên lobîtiyê dike û divê heta roja duşemê xwe weke ‘ajanê biyanî' qeyd bike.

    Di vî warî de Wezareta Dadê heta duşemê dem dabû RT Amerikayê da ku li Amerîkayê xwe weke ‘ajanê biyanî' qeyd bike.

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Em dê di nava heftiyê de biryarên RTyê pratîze bikin
    Washingtonê heta duşemê dem da RTyê
    RT: Twitterê bi xwe beriya hilbijartinên Amerîkayê xwest pakêta reklaman bifiroşe me
    RT: Li Xurmatûyê pevçûn di navbera Pêşmerge û Heşdî Şeibî de derket
    RT bû hêviya zarokên Rûsî yên Mûsilê û malbatên wan
    Wezareta Derve ya Rûsyayê: Dê bersiva biryara Twitterê ya bo RT û Spûtnîkê bê dayîn
    Ji Peskov daxuyaniya qedexeya RT û Spûtnîkê
    "Fişarên li ser RT û Sputnikê nayên qebûl kirin"
    Etîketan:
    çapemenî, Russia Today (RT), RT, Margarita Simonyan, Simonyan, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de