11:19 19 Sibat 2018
Zindî
    Vladimîr Pûtîn

    Pûtîn: Divê em di nav APECê de ji bo ewlehiya zanyariyan dest bi hevdîtinan bikin

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn daxwaz kir ku di çarçoevya Hevkariya Aborî ya Pasîfîka Asyayê (APEC) de ji bo ewlehiya zanyarî ya navdewletî û parastina bernameyên kompîtorê hevdîtin werin destpêkirin.

    Vladimir Pûtîn û Recep Tayyip Erdogan
    © AFP 2018/ Alexander Zemlianichenko
    Pûtîn beriya Lûtkeya 25an a APECê, ku dê îsal li bajarê Danang ê Vîetnamê werin lidarxistin, nivîseke bi sernavê ‘Lûtkeya 25an a APECê li Danangayê: Bi Hevdu re ber bi geşedana halxweşî û ahengdar' nivisî. Tevahiya nivisî li ser malpera înternetê ya Kremlînê hat weşandin.

    Serokê Rûsyayê, "Em peywira me ya herî girîng a li gorî serdema me ya dînamîk, hevkariya xurt a ji bo piştgiriya înovasyonê dibînin. Di vê çarçoveyê de Rûsya çend hewldanên şênber li dar xistin. Ez behsa yekirina qaîdeyên aborî û bazşrganiya dîjîtalê, pêkanîna bazarên xwedî teknolojiya pêşketî, kordînekirina stratejiyan û ji bo şûnwarê dîjîtal pêkanîna amûreke tekane ya têgehî dikim."

    Pûtîn ev tişt lê zêde kir: "Me herwisa xebatên xwe yên dîjîtal ên ji bo xizmetên hemwelatiyan pêşkeşî hevkarên xwe kirin. Herwisa em pêşniyar dikin ku di çarçoveya APECê de bila ji bo ewlehiya zanyarî ya navdewletî û parastina bernameyên kompîtorê hevdîtin werin destpêkirin."

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn û Erdogan dê li Soçiyê bicivin
    Pûtîn: Herêmên şer bo hindekan bûne karekî kesbdar
    Pûtîn sersaxî ji trumpî re xwest: Tawaneke ji vê hovanetir tine
    Cavit Çaglarê ku ji Pûtîn nîşaneya dostaniyê wergirt: Dê Aştiyê Herdû serok saz bikin
    Pûtîn di roja Yekîtiya Niştimanî de kulîlk danîn ber bîrdariyên Mînîn û Pojarskiy
    Ji Rûsyayê daxuyaniya îhtimala hevdîtina Pûtîn û Trump
    Etîketan:
    parastina zanyariyan, Lûtkeya Hevkariya Aboriyê ya Asya Pasifikê (APEC), Serokê Dewleta Rûsyayê, Valdimîr Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de