17:40 18 Kanûn 2017
Zindî
    S-400

    Derbarê rêkeftina S-400î ya Rûsya û Tirkiyeyê de daxuyanî

    © Sputnik/ Sergei Malgavko
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Dîrektorê Giştî yê şîrketa pîşesaziya berevaniyê ya dewleta Rûsyayê Sergey Çemezov ragihand ku hejmara rêkeftina pergalên S-400î ya di navbeyna Rûsya û Tirkiyeyê de ji 2 milyar dolarî bihûrî.

    Çemezov di daxuyeneke çapemeniyê de derbarê rêkeftina bi Tirkiyeyê re ya pergalên S-400î de net hejmar neda lê got ku bi tevahî meblax ji 2 milyar dolarî bihûrî ye.

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan 12 îlonê daxuyandibû ku derbarê pergalên parastinê S-400î de rêkeftin pêk hatiye û kaporaya Rûsyayê hatiye dayîn lê derbarê meblaxa giştî de tu dane nehatibûne parvekirin.

    Rojnameya Kommersantê wê demê diyar kiribû ku Tirkiyeyê ji bo 4 heb bataryayên S-400î dê ji 2 milyar dolarî zêdetir pere bide Rûsyayê.

    S-400 li dinyayê yek ji baştirîn pergalên parastinê ya hewayî ye û bimirov an bêmirov dikare hemû cûreyên wesayîtên esmanî û hem moşekên krûz û hem jî yên balîstîk birûxîne.

    Menzîla S-400î ya azamî digihîje 400 kîlomereyî û li asta herî bilind 30 kîlometre ye û herwiha bi 2 moşekan li hedefê dixe û bi awayekî hemdem 80 hedefî dikare birûxîne.

    Bi sewqkirina moşekan re Tirkiyê di nava welatê NATOyê de dê bibe yekemîn welatê ku xwediyê bataryayên S-400î ye.

    Bi heman mijarî:

    Îran piştî S-300`an dikare S-400 û `Antey-2500`an jî bikire
    Moşekê S-400 çiqas tirsehêz e?
    Moşekên S-400 dê Moskovayê biparêzin
    Îsraîl: ‘Moşekên S-400 yên li Sûriyeyê ji bo me metirsiyê çênakin'
    Yekîneyên Kirimê S-400 wergirtin
    Parlamentarê Rûsî: Me S-400 ji Çînê re şandin Tirkiye di dorê de ye
    Etîketan:
    rêkeftin, pergalên parastina moşekî, Kommersant, Erdogan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de