17:47 18 Kanûn 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn

    Ji Pûtîn daxuyaniya astengiyên RT û Spûtnîkê

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji bo astengiyên ser Russia Today (RT) û Spûtnîkê got: "Di demên dawî de çapemeniya rûsî li derveyê welat rû bi rûyê astengiyên cidî dimîne.

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li Moskowê di Konseya Mafê Însanî û Saziyên Sivîl de axivî. Pûtîn got: "Di demên dawî de medyaya rûsî bi awayekî cidî li derveyê welat rastî astengiyên îdarî û fînansî dimîne."

    Vladimîr Pûtîn di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hinek astengiyên diyar hene û ev astengî jî pir cidî ne. Ev astengî ji xeyrî ehlaxî zêdetir îdarî û fînansî ne."

    Daxuyaniya Pûtîn ya astengiya RT û Spûtnîkê piştî rexneyên tund ê Amerîkayê ji bo çapemeniya rûsî hatin. Di serî de RT di hilbijartina 2016a a Amerîkayê de hat sûcdarkirin. Herî dawî jî Twitterê reklamên RT û Spûtnîkê qedexe kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: Nizanim çima lê li Rûsyayê biyomalzemeyên gel têne berhev kirin
    Pûtîn û Erdogan axivîn: Projeyên enerjiyê û Sûriye hat gotûbêjkirin
    Pûtîn 4 moşekên balîstîk pekandin
    Esad li Şamê li gel Lavrentyev, nûnerê taybet ê Pûtîn civiya
    Pûtîn: Ji %90î zêdetir axên Suriyê ji terorîstan hat paqijkirin
    Etîketan:
    Spûtnîk, RT, Serokê Dewleta Rûsyayê, vladimîr pûtîn, Moskow, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de