14:04 11 Kanûn 2017
Zindî
    Leşkerekî Rûsî li Sûriyê

    Kommersant: Rûsya plan dike ku hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyeyê kêm bike

    © AP Photo/ Hasan Ammar
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rojnameya Kommersantê di nûçeya xwe de îdîa kir ku Rûsya plan dike ku hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyeyê kêm bike. Li gorî rojnameyê ji bo ku artêşa Sûriyeyê piraniya axa welatê xwe xistiye kontrolê Rûsya vê planê dike.

    Rojnameyê di nûçeya xwe de got: "Artêşa Sûriyeyê piraniya axa welatê xwe xistiye bin kontrola xwe û êrişên grûbên tundrew kêm bûne, lewma pêwistî bi piştgiriya rûsî nemaye." Lê Wezareta Parastin a Rûsyayê hê ev plan serast nekiriye.

    Li gorî nûçeya Kommersantê ku dispêre çavkaniyên ewlehî, Rûsya wê qismek balafir, endezyar û karmendên teknîkî yên li Baregeha Hewayî ya Hmeymîma Sûriyeyê vekişîne.

    Herwiha li gorî çavkaniyekî din jî biryara dawî ya Serfermandar û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn e û hê Pûtîn di wî warî de ti biryarek nedaye û Wezareta Parastinê jî ev plan serast nekiriye.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya û Amerîkayê ji bo qada asmanî ya Sûriye û Iraqê vîdyo konferans pêk anî
    Rûsya: Em naxwazin Sûriye bibe wek Iraq û Lîbyayê
    "Divê Rûsya, Îran, Sûriye û Tirkiye ji bo bidawîkirina şerê Sûriyeyê hevkariyê bikin"
    Lavrov: "Ne Rûsya û ne jî Sûriye êrişî konvoya NY nekiriye"
    Moskova: "Rûsya û Sûriye êrişî tu konvoyên NY nekirine"
    Rûsya: "Artêşa Sûriye û mûxalif wê ji rêya Kastîloyê vekişin"
    Etîketan:
    Rojnameya Kommersantê, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de