02:33 13 Kanûn 2017
Zindî
    Russia Today - RT

    RT: Twitterê bi xwe beriya hilbijartinên Amerîkayê xwest pakêta reklaman bifiroşe me

    © Sputnik/ Konstantin Chalabov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Gerînendeya Giştî yê RTê Kirill Karnoviç-Valua nerazîbûn nîşanê Twitterê da, ku bi tohmeta midaxelekirina hilbijartinên serokayetiya Amerîkayê qedexeya reklamê danî bû ser Sputnik û Russia Todayê (RT), diyar kir ku Twitterê bi xwe beriya hilbijartinan ji bo firotina reklaman pakêt pêşniyarê wan kiriye.

    Duhî piştî ku Twitterê biryara qedexekirinê bi rayagiştî re parve kir, Karnoviç-Valua gotareke nivisî û got, "Şîrketa medyaya civakî, di dema kampanyaya hilbijartinê de ji bo bandora li ser hilbijêran xurt bike, xwest ji bo pakêteke mezin a reklamê RTyê qanî bike."

    ‘SOZ DAN KU EW Ê HINEK TAYBETMENDIYÊN TAYBET PÊŞKEŞÎ RTYÊ BIKIN'

    Karnoviç-Valua bi gotinên "Twittera ku pesna platforma xwe dide û derfetên gihîştina hilbijêran derdibire, xwest reklaman bifiroşe RTyê" gotara xwe domand û dest nîşan kir ku Twitterê soza pêşkeşkirina hinek taybetmendiyên taybet jî da RTyê.

    ‘JI BO KU ME BAWER KIR DÊ NE DI XIZMETA BERJEWENDIYÊN RTYÊ DE BE, ME EW DAXWAZ RED KIR'

    Di vê navberê de Karnoviç-Valua derbirî ku ji ber buhayê wê zede bû û wan bawer kir ew dê ne di xizmeta berjewendiyên RTyê de be, wan ew daxwaz red kiriye.

    ‘ME REKLAMÊN XWE YÊN TWITTERÊ YÊN DI SALA 2017AN DE RAWESTANDIN'

    Karnoviç-Valua diyar kir ku ji ber encamên nebaş ên di sala 2016an de wan reklamên xwe yên Twitterê yên di sala 2017an de rawestandin.

    'SIMONYAN JI BO TWITTERÊ PEYAM ŞAND'

    Ji aliye din ve Gerînendeya Giştî ya Sputnik û RTyê Margarita Simonyan wêneyê daxwaza Twitterê li ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir.

    Simonyan di peyama xwe de avakarê Twitterê Jack Dorsey etiket kir û got, ez hêvî dikim Dorsey wê hewldanên qanîkirinê yên terxankirina ‘bi gelek sifir' ya RTyê ji bo hilbijartinên Amerîkayê ji bîr neke.
    Twitterê biryar dabû ku reklamên hemû hesabên RTyê û Sputnikê asteng bike.

    Bi heman mijarî:

    "Fişarên li ser RT û Sputnikê nayên qebûl kirin"
    Ji Peskov daxuyaniya qedexeya RT û Spûtnîkê
    Wezareta Derve ya Rûsyayê: Dê bersiva biryara Twitterê ya bo RT û Spûtnîkê bê dayîn
    Twitterê di warê reklamdayînê de qedexe danî ser RT û Sputnikê
    RT: Li Xurmatûyê pevçûn di navbera Pêşmerge û Heşdî Şeibî de derket
    RT bû hêviya zarokên Rûsî yên Mûsilê û malbatên wan
    Etîketan:
    Gerînendeya Giştî ya Spûtnîk û Russia Todayê (RT), Margarita Simonyan, Kirill Karnoviç-Valua, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de