04:30 16 Kanûn 2017
Zindî
    Dêra Zorê

    Rûsya: Li Sûriyeyê bi sedan baregehên aîdî terorîstan hatin îmhakirin

    © AFP 2017/ George OURFALIAN
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di hefteya dawî de li Sûriyeyê 650 hedefên aîdî terorîstan hatin îmhakirin.

    Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de encamên êrişên operasyonên hewayî yên li dijî rêxistinên terorîst eşkere kirin.

    Li gorî daxuyaniyê, pisporên paqijkirina mayînan di 24 seetên dawî de li Dêra Zorê qadeke 33 hektar, 6 kîlometro rê û 35 avahî ji mayîn û teqemeniyan paqij kirin. Di operasyonê de 963 teqemenî hatin îmhakirin.

    Herwiha balafirên rûsî di nava hefteyekê de 360 sortî kirin û di heman maweyî de Hêza Hewayî ya Rûsyayê 650 hedefên aîdî terorîstan rûxandin.

    Ji dema ku operasyona paqijkirina mayînan hatiye destpêkirin û heta niha 741 hektar, 183 kîlometro rê û hezar û 522 avahî ji teqemenî û mayînan hatin paqijkirin û heta niha 37 hezar û 517 mayîn, bombe û teqemeniyên destçêkirî hatine îmhakirin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Rûsya, Amerîka û Brîtanya têkoşîneke mezin ji bo petrola Kerkûkê didin'
    ‘Rûsya hevkarî bi kurdên Iraqê re nekiriye'
    Rûsya pêşnûmeya NYê bo Sûriyeyê veto kir
    Rûsya: Em piştgiriya yekîtiya axa Iraqê dikin
    Rûsya û Filîpînê li ser sewqiyata çekan lihevkirin
    Etîketan:
    Wezareta Parastin a Rûsyayê, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de