08:52 25 Mijdar 2017
Zindî
    Geştyar - tûrîst - rûs

    Hejmara turîstên Rûsî yên ku çûne Tirkiyeyê 10 qat zêde bûye

    © Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 3411

    Wezîrê Enerjiyê yê Rûsyayê Aleksandr Novak ragihand ku hejmara turîstên rûsî yên ku çûne Tirkiyeyê di 6 mehên ewil ên sala 2017an de li gorî sala par 10 qat zêde bûye.

    Wezîr Enerjiyê Novak ji bo televîzyona Rossiya 243an axivî û diyar kir ku ji ber rakirina mueyîdeyan û firînên charterê hejmara turîstên ku diçine Tirkiyeyê bi awayekî berbiçav zêde bûne."

    Novak wisa berdewamî da axaftina xwe: "Li gorî daneyan di 6 mehên ewil ên sala 2017an de mîlyonek û 600 hezar kes çûne serdana Tirkiyeyê, sala borî ev hejmar 168 hezar bû. Yanî hejmara turîstan li gorî sala par 10 qet zêde bûye. Li gorî pêşbîniyên me îsal dê ji 3 milyonan zêdetir turîst serdana Tirkiyeyê bikin û rêjeya turîstan dê bigihîje sala 2015an."

    Her wekî din Wezîrê Rûsî diyar kir ku di xurtbûna têkiliyên navdewletî de turîzm faktoreke girîng e û hêvî dike ku hejmara turîstên tirk jî zêde bibe.

    Bi heman mijarî:

    Li Entabê geştyar rastî êrîşê hatin û hatin dersînorkirin
    Hêsaniya vîzeyê çûna tûrîstên rûsî bo Dubaiyê ji sedî 84 zêde kir
    Ji bo tûrîstên rûsî hişyariya serdana Tirkiyeyê hat dayîn
    Rostûrîzmê ji bo çûna Tirkiyeyê hişyarî da tûrîstên Rûsî
    Wezareta Tûrizma Tirk: Hedefa me salê 10 milyon tûrîstên rûsî ye
    Etîketan:
    geştyar, Wezîrê Enerjî yê Rûsyayê, Aleksandr Novak, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de