15:55 23 Mijdar 2017
Zindî
    İgor Konaşenkov

    Rûsya: Amerîka cara ewil qebûl kir ku El Nusrayê li Suriyê çekên kîmyewî bikaranîne

    © Sputnik/ Alexander Vilf
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov diyar kir ku Amerîkayê cara ewil qebûl kir ku li Suriyê Tahrîr uş Şam a bi Fetîh el Şam (El Nusra) re têkildar çekên kîmyewî bikaranîye.

    Konaşenkov li ser daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê a derbarê vê mijarê de bi rojnamegeran re axifî û got: "Rêxistina Heyet Tahrîr uş Şam ku çekên piçûk û mezin, teqemenî û çekên kîmyewî bikartîne li Idlîbê çalake. Ev daxuyanî nîşan dide ku Amerîka cara ewilê, qebûl dike ku terorîstên El Nusrayê li Suriyê li gel ku çekên kîmyewî hene, balê bikaranîna wan jî pesend dike. Me berî niha gelek caran di vê mijarê de hişyarî dabûn û me ev yek li her derê anîbû ziman."

    Konaşenkov bûyera bikaranîna çekên kîmyewî ya li Idlîbê bibîranî û berdewam kir: " Heya niha tekane cihê ku tê zanîn çekên kîmyewî lê hatine bikaranîn Xan Şeyxûn. Lê belê Amerîkayê di vê mijarê de Artêşa Suriyê sûcdar kiribû û kesên ku êrîş kiribûn wekî "muxalifên nerme" pênase kiribûn.

    "PEREYÊN JI BO ÊRÎŞÊ ŞAYRATÊ HATIN BIKARANÎN JI BO ÊRÎŞA LI SER EL NUSRAYÊ DIKARIBÛN WERIN XERCKIRIN"

    Li Idlîbê El Nusraya ku bi El Qaide ve girêdayîye û li hember gel çekên kîmyewî bikartîne çalake. Tenê tişta ne zelal ewe ku bê çima Amerîka wê demê êrîşeke bi moşekên Tomahawak a ew qasî buha pêkanî. Bi milyonan dolaran ku bi vî awayî hatin xerckirin, ji bo xêra karekî, ji bo êrîşa li hember terorîstên El Nusra dikaribû were bikaranîn.

    "RÛSYA ŞÛNEWARAN BOMBEBARAN NAKE"

    Konaşenkov li ser idîayên ku Rûsya li Idlîbê bombebaranê dike jî axifî û qeha bedewam kir: "Di vê xalê de Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê xeletiyê dike û tu tiştek tuneye ku hemwelatiyên Amerikayê jê bitirsin. Balafirên Rûsya yên ku li Suriyê wezîfê dikin wekî balafirên Amerîkayê û Koalîsyonê şunewaran bombebaran nakin."

    Bi heman mijarî:

    Pêşkêşvana navdar Sobçak, endamtiya xwe ya ji bo serokatiya Rûsya ragihand
    Rûsya: Em di piştgiriya yekîtiya xaka Iraqê de berdewam in
    Rûsya: Dibe em bersiva gefên Amerîkayê bidin
    Rûsya bi moşekên balîstîk a Yarsê tetbîqat pêk anî
    Rûsya: Dibe şer û pevçûn li Kerkûk û derdora wê dewam bike
    Bogdanov: Rûsya Herêma Kurdistanê wek parçeyek ji Iraqê dibîne
    Etîketan:
    El Nusra, Amerîka, Rûsya, Îgor Konaşenkov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de